​​​​​​​Bazirganekî hişbirê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê bazirganekî hişbirê girt.

​​​​​​​Bazirganekî hişbirê hate girtin
16 tebax, 2023   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku di 27′ê Tîrmehê de hêzên têkoşîna li dijî hişbirê yên girêdayî hêzên wan bazirganekî hişbirê li Tebqayê girtiye.

Li gorî malperê, bazirgan li nuqteyeke ewlehiyê yê bajêr girt û li gel wê kîloyek û 316 gram ji madeya hişbirê, mîqdareke pere û gelek telefon girtine.

Malperê diyar kir ku piştî lêpirsîna destpêkê bazirgan li xwe mikur hat ku ew bazirgan e û piştre ew rakirin dozgeriya giştî ku tedbîrên qanûnî temam bikin.

Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Hişbirê bang li welatiyan kir ku her kesên gumana bazirganiya hişbirê û belavkirina wê li ser hebe agahiyê bike ku ewlehiya welatiyan bê parastin.

(fr)