​​​​​​​30 penaberên din li Girê Spî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhartina demografiyê de 30 penaberên din ên sûriyeyî li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

​​​​​​​30 penaberên din li Girê Spî hatin bicihkirin
16 tebax, 2023   12:27
EYN ÎSA

Çavkaniyên ji kantona Girê Spî ragihand ku duh dewleta Tirk a dagirker 30 penaberên sûriyeyî bi rêya deriyê sînor radestî çeteyên xwe yên ′Polîsên Leşkerî′ kirine da ku wan li malên koçberan bi cih bikin.

Li gorî çavkaniyan penaber ji gundewarên Helebê, Idlibê û Hemayê ne.

Ajansa me belge kiribû di dirêjahiya 3 mehan de zêdetirî 2 hezar û 500 penaberên sûriyeyî li kantona Girê Spî hatine bicihkirin. Ew penaber bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve tên şandin.

Ji destpêka Nîsana par ve ji dema berpirsên Tirk ragihandiye ku ew ê zêdetirî milyonek penaberên sûriyeyî li Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Efrîn, Idlibê bi cih bikin, 24 hezar welatî bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve şandin.

(fr)

ANHA