Alozî li Hesekê di navbera qebîleya El Cebûr û Dîfa El Watanî de berdewam e

Qebîleya El Cebûr 24 saet da fermandarê “Difa El Watanî” yê Hesekê Ebdulqadir Hemo ku xwe radestî qebîleyê bike yan jî ji Hesekê derkeve.

Alozî li Hesekê di navbera qebîleya El Cebûr û Dîfa El Watanî de berdewam e
14 tebax, 2023   17:52
HESEKÊ

Aloziya di navbera qebîleya El Cebûr û endamên “Difa El Watanî” yên hikumeta Şamê de li Hesekê berdewam e.

Di vê çarçoveyê de, rûspiyên qebîleyê, konek li taxa Til El Hecer a Hesekê veda ku endam û rûspiyên qebîleyê lê kom dibin.

Rûspiyekî qebîleyê Ebdulezîz Mihemed El Mislet vê êvarê daxuyaniyek da û bang li Ebdulqadir Hemo kir ku di 24 saetan de xwe radestî qebîleyê bike yan jî ji herêmê bi giştî derkeve.

El Mislet diyar kir ku heke ev pêk neyê, qebîleya El Cebûr dê seferberiya giştî li ser asta Sûriyeyê ragihîne.

(şx)