`Civîna Erdogan bi rayedarên ixwanî re niyetên rastîn ên wî eşkere kirin`

Li gor çavdêran, civîna Erdogan û rayedarên Ixwan Muslimîn dibe ku hewldanek be ji bo ku komê û rêveberiyê wê xilas bikin nemaze ku kom rûbirûyî hilweşînê ye. Her wiha bandor li pêşeroja têkiliyan û normalîzekirina Tirkiye bi Misirê û dewletên Kendavê re dike.

`Civîna Erdogan bi rayedarên ixwanî re niyetên rastîn ên wî eşkere kirin`
14 tebax, 2023   02:25
QAHÎRA-MUHSIN EL MISIRÎ

Di çend rojên dawîn de der barê têkiliyên Tirkiye li gel komên îslamî û cîhadî de pêşketineke nû çêbû. Erdogan di du saetan de bi zêdetirî 20 rayedarên rêxistina navneteweyî ya ixwanan (Yekitiya Oldarn Musliman) re civiya.

Li gor daxuyaniya serokatiya Tirkiyeyê; hevdîtin sêşemê 8`ê Tebaxê bû û tê de rewş û dozên girêdayî muslimanan nemaze yên koçberî Tirkiyeyê bûne, hatin nîqaşkirin.

Serokatiya Tirkiyeyê wêneyên hevdîtinê parve kirin. Di wêneyan de diyar dibe ku rêveberên ixwanî ji Misir, Yemenê, Lîbya û Morîtanyayê tev li civînê bûne.

Piştî civînê, dezgehên çapemeniyê axaftina şande û yek ji rêveberên koma ixwanan ê Misirê ku reviye Tirkiyeyê doktorê îslamî Mihemed El Sexîr parve kirin. El Sexîr gotiye, civîn baş bû, serokê Tirkiyeyê, şande bi kêfxwaşî pêşwazî kiriye û pesna wê daye. Her wiha soz daye ku mijarên di civînê de hatine nîqaşkirin, li ser bisekine bi taybet doza koçberan li Tirkiyeyê û rewşa wan.

Dezgehên çapemeniyê parve kirin ku, piştî zêdebûna xebatên derxistina penaberan ji Tirkiyeyê di çend hefteyên borî de û hemwextî daxuyaniyên wezîrê karên hundir ê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya ku welatê wî li hember doza penaberên nerewa tê dikoşe û ji bo ku ji wan xilas bibe, planek daniye, ev civîn pêk hat. Li gor plana ku hatiye dayîn, penaber di nav de endamên koma ixwan hene, dê di 4 heta 5 mehan ji Tirkiyeyê bên derxistin.

Piştî ku Tirkiye piştgiriya ixwan muslimîn kir û axa xwe ji wan re vekir, nakokî di navbera wê û Misir û dewletên Kendavê de çêbû. Niha piştî çend salan ji vê nakokiyê, Tirkiye hewl dide bi wan re têkiliyan normalîze bike.

Diviyabû, serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî di 28`ê Tîrmehê de serdana Enqereyê bikira, lê ji ber sedemên nediyar serdan pêk nehat.

Hin çavdêr di wê baweriyê de ne ku civîna Erdogan li gel rayedarên ixwanî, têkiliya di navbera her du aliyan de îsbat dike û beşeke siyaseta Tirkiye li herêmê ye. Li gorî pêşbînên wan, ev civîn dê bi awayekî neyînî bandor li normalîzekirinê û dewletên herêmê bike.

MEYLÊN ERDOGAN

Lêkolînerê kar û barên komên tundraw Munîr Edîb got: “Pêşwazîkirina rayedarên ixwan muslimîn û şepelên cîhadî mîna Dr.Mihemed El Sexîr ji aliyê serokê Tirkiyeyê ve, meylên rastîn ên Erdogan eşkere dikin.”

Edîb eşkere kir ku têkiliya kurê Mihemed El Sexîr yê bi navê Ebdurehîm bi serokê meclisa şûra ya koma îslamî Rifaî Tara re hebû ku beriya çend salan li Sûriyeyê hate kuştin. Her wiha têkiliyên wî yên xurt bi Cebhet El Nusra û Heyet Tehrîr El Şamê re hene.

Edîb wiha domand: “Helwesta Erdogan dê bandor li têkiliyên Tirkiye-Kendavê bike. Ji ber ku kendav, ixwan wek komeke terorîst sinifandiye. Her wiha bandor li normalîzekirinê bi Misirê û têkiliyên misirî-kendavî re jî dike.”

Edîb destnîşan kir ku Erdogan siyaseta fêlebaziyê û xapandinê dimeşîne û hewl dide xwe wisa xuya bike ku rûpeleke nû bi Misir û dewletên kendavê re vedike û wiha pê de çû: “Qaşo ew helwesteke dijber nîşanî van koman dide. Lê vaye dîsa bi wan re civiya. Ji her kesî re îsbat kir ku ew dev ji piştgiriya van şepelên tundraw bernade.”

Li gorî Edîb, ev helwesta Erdogan, tê wê wateyê ku ew bi ideolojiya wan koman bawer e û ji bo welatê wî ewlehiyeke netewî ye, berê piştgiriya wan dikir û dê piştgiriya wan bike.

Bi nêrîna Edîb, ev helwesta Erdogan bandor li têkiliyên wî bi dewletên ereb re dike yên ku li dijî van koman in û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev dê bibe sedem ku têkiliyên misir-tirkiye û heta kendavê taloq bibin. Dê pêşketinek çênebe. Dê Erdogan vegera serdema xwe ya berê ku piştgiriya van koman dikir û têkiliyan xwe bi dewletên cîran re qut bike.”

HEWLDANA XILASKIRINA KOMÊ

Lêkolînerê kar û barên ixwan muslimîn Ehmed Ben got: “Ev civîn, hewldanek e ji bo xilaskirina hin endam û rêveberên komê ji girtekên koçberkirinê.”

Ben wiha domand: “Têkiliya civînê bi hemleya Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyeyê heye. Ji bo ku ji rewabûna mayîna biyaniyan li Tirkiyeyê piştrast bibe. Bi nêrîna min di pêşerojê de bandor li normalîzekirina Tirkiye û Misirê nake.”

Ben destnîşan kir ku normalîzekirina Tirkiye û Misirê dest pê kiriye û ber bi dawiyê ve diçe, civîn jî ji aliyê wezîrê kar û barên olî yê berê yê Tirkiye ve, tenê ji bo razîkirina hin rêveberên komê hatiye organîzekirin.

Li gorî Ben Erdogan tişekî nû nade ixwanan nemaze ku rêxistin li hev parçe bûye, bandor û çalakbûna xwe ji dest daye.

Di dawiyê de Ehmed Ben got: “Bawer nakim ku ji ber vê civînê, serdana El Sîsî hatibe taloqkirin. Ji ber ku hesabên Erdogan ji vê girêktir in. Dibe ku Erdogan piştgiriya ixwanan dike, lê di dawiyê de berjewedî û rêveberiya saziyên Tirkiyeyê biryarê didin.”

(şx)

ANHA