‘Divê ji tecrubeyên dîrokî ders werin girtin û kongreya neteweyî pêk were’

Serokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed, destnîşan kir ku divê Kurd ji tecrubeyên dîrokî dersan bigirin û bi pêkanîna kongreya neteweyî re hêza sîyasî û leşkerî derxînin holê.

‘Divê ji tecrubeyên dîrokî ders werin girtin û kongreya neteweyî pêk were’
14 tebax, 2023   01:40
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Telal Mihemed têkildarî nîqaşên li ser salvegera peymana Lozanê û girîngiya yekrêziya Kurd, ji ANHA’yê re axivî.

Telal Mihemed destnîşan kir ku di 100 salên piştî Lozanê de têkoşîna Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê nesekiniye, lê hêzên Kurdistan dagir kirine tu daxwazek wan qebûl nekiriye.

Telal Mihemed da zanîn ku bi krîza Sûriyeyê re Kurdan cara yekemîn bû xwedî derfet ku projeya siyasî-demokratîk a xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk pêk bînin û got: “Berhema vê projeye Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Rêber Abdullah Ocalan ev proje weke çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye.''

Telal Mihemed bal kişand ku li Rojhilata Navîn nexşe ji nû ve tên diyar kirin pirsa “Gelo gelê Kurd ji bo vê amade ye, wê 100 salên din parçe bimîne yan na?" pirs kir.

Serokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku bersiva vê pirsê girêdayî ajandeyên hêz an jî partiyên Kurdî ye, ji lew re ev yek bi lihevkirina hêzên Kurdistanî gengaz e.

′DIVÊ DI BIN SÎWANA KNK′Ê DE BIBIN YEK′

Telal aMihemed diyar kir ku ji bo parastinên destkeftiyên Kurdan divê hêzên Kurdî di bin sîwaneya KNK′ê bên cem hev û nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a wekî, “Divê hêzên kurd kongreyeke neteweyî lidar bixin û bibin xwedî hêzek dîplomatîk û leşkeri” bibîr xistin. Telal Mihemed xwest ku ji tecrubeyên dîrokê ders werin derxistin, îradeya yekrêziyê bê nişandan û anî ziman ku eger hêzên Kurd bibin yek, dê bibin xwedî hêzeke leşkerî, aborî û dîplomasî ya xurt.

 ‘EGER ÎRADE HEBE, WÊ DESTWERDANA DERVE BÊ ASTENGKIRIN’

Telal Mihemed, anî ziman ku destwerdana hêzên derve yek ji sedemên avanekirina yekrêziya Kurdî ye, lê nêzîkahiyên partîperestî û takekesî yên di nava hinek hêzên Kurd kêmasiyek sereke ye. Telal Mihemed da zanîn ku yên xwedî îrade biser dikevin û ev mînaka li Rojava da: “Dema li Rojava Desteya Bilind a Kurd hate damezrandin, pêwîstî bi damezrandina lêvegereke siyasî hebû, lê diyar bû ku ENKS′ê ji bin ebaya xwe ya klasîk derneketiye. Li aliyê din TEV-DEM bi ser ket, hêzên ewlehî û leşkerî ava kirin, aliyên din jî di xewa giran de man. Înîsiyatîfên Dihok-1 û 2 hebûn, hevdîtin û lihevkirin çêbûn, lê zihniyeta wan di van hevdîtinan de nehat guhertin. ENKS ji xebat û têkoşînê re amade nebû. Li cem wan vîn û hêza biryarê hebûya dê ev înîsiyatîf bi ser ketibana. "

Serokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed anî ziman ku pêwîstî bi lêvegereke siyasî ya çareserkirina doza Kurdan li Sûriyeyê heye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tecrûbeyan îsbat kir ku ji bilî projeya Rêveberiya Xweser tu alternatîf ji bo çareserkirina doza Kurd tune ye. Ji lew re divê partiyên siyasî yên Kurd û Kurdistanî bi rihekî şoreşgerî bixebitin û tê bikoşin."

(fr/a)

ANHA