​​​​​​​`Heta serkeftinê bi dest bixin dê şopdarên rêya şehîdan bin`

Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Musra Ferhan El Hemad li goristana şehîdan a li Hikumiye veşart.

​​​​​​​`Heta serkeftinê bi dest bixin dê şopdarên rêya şehîdan bin`
12 tebax, 2023   17:36
REQA

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî ya Reqayê, rûspiyên êlên herêmê, partî, Rêveberiya Xweesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbya, meclis û komîn di merasîma oxirkirinê de beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ehmed El Ehmed axivî û got: “Me îro bi tilîliyên serkeftinê şehîdên xwe yên biha oxir kirin ku di oxira welêt de destanên lehengiyê nivisîn.”

El Ehmed wiha domand: “Şehîd ne tenê kefen e yan jî kesê dîrokê çîroka wî nivisî û piştre vedibêje. Lê belê ew kesê efsanewî ye ku ji bo gelê xwe di nav azadî û ewlehiyê de bijî, canê xwe feda kiriye. Mîna Rêber Abdullah Ocalan gotiye, axa ji bo wê me xwîn rijandiye, tenê bi fedakarî û fedaîtiyê em dikarin wê biparêzin.”

El Ehmed di dawiyê de soz şopandina rêya şehîdan het pêkanîna serkeftinê da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hevserokê meclisê Ehmed El Hemûd axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

El Hemûd destnîşan kir ku kesek nikare vîna wan bişikîne û dê projeya xwe li gor ramana Rêber Abdullah Ocalan ava bikin, wê biparêzin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nadiye El Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Herî dawî, cenazeyê şehîd li goristanê hate veşartin.

(şx)

ANHA