Konferansa jinên ji pêkhate û baweriyên cûda bi dawî bû

Konferansa jinên ji  pêkhate û baweriyên cûda bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de tê gotin; “Li hemberî hovîtiya ku li ser jinên êzidî hatiye meşandin, bersiva herî baş hevgirtin û birêxistinkirina jinan di asta gerdûnî de ye. Em bang li hemû jinên cîhanê jî dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.''

Konferansa jinên ji pêkhate û baweriyên cûda bi dawî bû
12 tebax, 2023   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê Konferansa bi pêşengtiya TAJÊ ya bi dirûşma “Têkoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavek ber bi avakirina pergalek demokratîk û mîsogeriya dawîanîna li komkujiyê ve ye” bi  dawî bû. Encamnameya konferansê hate parve kirin.

Encamnamaya konferansê wiha ye:

NASKIRINA FERMANÊ TÊR NAKE, BERPIRSIYARTIYÊN XWE PÊK BÎNIN

12'ê Tebaxa 2023‘an TAJÊ li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi dirûşma “Têkoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan, pêngavek ber bi avakirina pergalekî demokratîk û mîsogeriya dawîanîna li komkujiyan ve ye“ konferansek li dar xist.

Bi destên dîjminê jin, jîn û mirovahiyê DAIŞ‘ê li dijî gelê Şengalê di 3‘yê Tebaxa 2014‘an de qirkirin û jînkujiya ku pêk aniye, em di 9‘mîn salvegera wê de bi tundî şermezar dikin, tevahî mexdûr û windahiyan bi rêzdarî bibîr tînin.

Gelek saziyên navneteweyî û parlamentoyên welatan ev êrişa hovane weke qirkirin qebûl kirin, em vê biryara wan wek gavekî erênî û girîng dibînin û bang li wan hêz û welatan dikin ku pêwîstiyên vê biryarê pêk bînin. Bi taybetî em daxwaz dikin ku hemû dewlet û saziyên ku qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava liv û tevgerê.

IRAQ HEYA ÎRO JÎ WEKE JENOSÎD NASNEKIRIYE

Heya vê gavê jî parlamentoya Iraqê komkujiya 3‘yê Tebaxa 2014‘an wek jenosîd û wek qirkirina jinê nas nekiriye. Em weke jin di watedayîna vê rewşê de zehmetiyan dibînin û dibêjin pêwîst e parlamentoya Iraqê demîldest tiştên bûye wek jenosîd bi nav bike û nas bike. Iraq welatekî xwedî pir bawerî, çand û nasnameyên etnîkî ye. Bi saya van dewlemendiyên xwe xwediyê çandekî qedîme jî. Lê mixabin ev cewaziyên ku bingeha jiyana demokratîk e, ji hêla polîtîkayên desthilatdarî û mêtinger ve tê tehrîkkirin û civakan li hemberî hev din didin şerkirin. Bi taybetî jî li ser nasnameyên hindikayî bê navber êriş tên pêşxistin û rû bi rû tinebuyînê re tên hiştin. Kakeyî, Feylî, Zerdeştî, Mesîhî, Şîa û di serî de Kurd, Asur- Suryan, Ereb di tevahî dîrokê de rastî êrişên qirkirinê hatine. Îro jî ji ber jehra siyasetê desthilatdarî, olperestî û netewperestiyê xweşîk bûn û dewlemendiya çandî ya xaka Iraqê tê tinekirin. Ji bo hemû reng, deng, çand, ol û bawerî di nava azadî û aramî de bijîn, em wek jin pêşengtî ji têkoşîna demokratîkbun kirine ji bo xwe peywira herî sereke dibînin.

Yekemîn jenosîd di sedala 21’an de berî 9 salan, roja 3’yê Tebaxa 2014‘an li pêşberî çavên cîhanê li Şengelê pêk hat. Dubare em ev êrişên ku çavkaniya xwe ji netewperestî, olperestî û zayendperestî digrin bi tundî şermezar dikin û dibêjîn heya aqubeta jinên di destê DAIŞ‘ê de çareser nebe, heya êşên jin, zarok û mirovên Şengalê neyên dermankirin wê ev rewş mîna lekeyekî reş di wijdana mirovahiyê de hebûna xwe biparêze.

Em weke jinên xwedî bawerî û nasnameyên cuda yên çandî biryardariya xwe dibêjin, divê Iraq ji bo hemû nasnameyan bibe welatekî hîn azad û ewlehîtir û ji bo pêşxistina vê em biryardariya xwe ya têkoşîna hevbeş dûbare dikin. Em ê dijî hemû êrişan, bi taybetî jî dijî êrişên ji milê pergala serdest a mêr ve rû didin, ya ku jiyanê jî bo jinan dike jehr li ser hîmê felsefeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ têkoşînê bilind bikin.

 EM XWE BI VÎNA AZAD BIRÊXISTIN BIKIN, AZADÎ, AŞTÎ Û DEMOKRASÎ PÊŞBIXIN

Em weke jin ji dil bawer in ku eger em xwe li ser esasê vîna azad birêxistin bikin, ji bo welatên me, civakên me dê azadî, aştî û demokrasî pêşbikeve, bo wê tevkariya me bi hev re gelekî girîng e.

Me mafê xwe parastin û xwerêveberinê ya gelê Şengalê ku rastî qirkirinê hatiye û hîna jî hebûna wan di bin xetereyê de ye rewa dibînin. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin vê daxwazê. Wekî ku di Peyman 9’ê Cotmeha 2020’an de tê dîtin, ku ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK’ê ve hatiye îmzekirin, em tu biryarên ku bêyî tevlîbûna civaka Êzidî û saziyên li Şengalê hatine girtin rewa nabînin û em daxwaz dikin ku demildest dev ji van biryaran were berdan. Heger li Şengalê çareseriyek pêk were, ev yek tenê bi naskirina îradeya gelê Şengalê yê pêkan bibe.

Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî yên ji bo pêşîgirtina li vê sûc û wêrankêriya li dijî mirovahiyê ya li Şengalê pêkhatî jî dikin ku bila xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin. Em bi taybet jî li bende ne ku Iraq bi awayekî fermî komkujiya li Şengalê qewimiye wek jenosîd nas bike û pêşî li êrişên dewleta Tirk bigre. Ji bo windahiyên nû çênebin em bi awayekî lezgîn bang li hêzên têkildar dikin bila qada hewayî ya Iraqê ji dewleta Tirk re bigre.

Jenosîda herî dirêj ya di erdnîgeriya herî berfireh de pêk hatî heya îro jî di nava hiqûqa navnteweyî de mîna sûcê şer nehatine qebûlkirin. Em vê rewşê xerîb dibînin û daxwaz dikin ku êrişa li ser jinan a li Şengalê wek jenosîd ji aliyê hemû saziyên peywendîdar yên navneteweyî ve û bi taybetî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî sûcê şer û sucê li dijî mirovahiyê bê pênasekirin û qebûlkirin.

EM TÊKOŞÎNA JINÊN AFGAN SILAV DIKIN

Em weke pêkhateya konferansê berxwedana xwişkên xwe yên Afgan li dîjî rejîma Talîban silav dikin. Em têkoşîn û berxwedaniya ku li dijî vê rejîma dijmirovî û neyarê azadiya jinan ya jinên Afganistanê pir bi nirx dibînin û hevgirtina xwe bi wan re îlan dikin. Weke beşdarvanên vê konferansê em diyar dikin ku li hemberî vê hovîtiya ku li ser jinên êzidî hatiye meşandin, bersiva herî baş  hevgirtin û birêxistinkirina jinan di asta gerdûnî de ye. Em bang li hemû jinên cîhanê jî dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.''