Jinan rola xwe ya parastina baweriyan nîqaş kir

Di konferansa jinên ji bawerî û pêkhateyên cûda de îşaret bi rola jinan a di nava gel, pêkhate û baweriyan de hat kirin. Hat gotin, rolek bandorker a jinan di veguhestin û parastina nasname, çand û baweriyan de heye, ji ber vê yekê hertim jin bûne armanca yekem ya êrişan.

Jinan rola xwe ya parastina baweriyan nîqaş kir
12 tebax, 2023   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Konferansa ku jinên êzidî, kakeyî, zerdeştî, feylî û mesihî tevlê bûne, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi axaftinan dewam dike.

Konferansa bi pêşengiya TAJÊ`yê bi dirûşma “Têkoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û mîsogeriya bidawîanîna komkujiyê ye” tê lidarxistin.

Piştî axaftina destpêkê ya berdevka TAJÊ`yê Rîham Heço, peyamên rêxistin û aliyên tevlî konfransê bûne hatin xwendin.

Li ser navê saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan Şadî Semed, Komeleya Jinên Azad a Kurdistan Rozerlîn Kemanger û Komîteya Jinên Bakurê Kurdistanê Nurten Çelebî, peyam hatin xwendin.

Konferansê piştre bi panelan dewam kir. Di panela yekem de berdevka Komîteya Peywendiyan ya Tevgera Jinên Azadî Suham Şingalî, berpirsa Rêxistina Kurdên Feylî ya Mafên Mirovan Esra Mihemed û aktivîst Arwîn Bayiz, derbarê ‘Rola jinan di nava gel, pêkhate û baweriyên qedîm de, polîtîkaya tinekirinê ya li ser jinan tê meşandin, çima di êriş û qirkirinan de para sereke jin digre’ nîqaş kirin.

Di panela duyem de jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat, endama Yekîneyên Jinên Şengalê Vejîn Şengalî, parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca, derbarê ‘Jin wê çawa xwe ji nûve ava bikin, erkê jinan di parastin û bingeh danîna sistemek demokratîk de çiye, pêşengtî û têkoşîna navnetewî, di sedsala Peymana Lozanê de rewşa siyasî, jinan, erk û berprisyartiyên heyî’ guftûgo kirin.

Berdevka Komîteya Peywendiyan ya TAJÊ Suham Şengalî, di panelê de axivî û got; “Rolek bandorker a jinan di veguhestin û parastina nasname, çand û baweriyan de heye. Ji bona wê hertim jin bûne armanca yekem a êrişan. Ji ber vê çendê jî ye ku jinên Êzidî rûbiriyê komkujiya herî mezin hatine.”

Di dewamê de Suham Şengal diyar kir ku olan mohr û hebûna xwe li dîrokê dane û got: “Me dîtiye ku jinên di dîrokê de têkoşiyane û li ber xwe dane. Ji ber wê ye olek wek êzidiyatiyê tevî hemû fermanan baweriya xwe parastiye. Piştî fermana 74’an jinên êzidî xwe rêxistin kirin dikarin dawî li komkujiyan bînin. Ji ber wê çendê jinên Êzidî dest bi têkoşînê kirin. "

Piştre endama Rêxistina Kurdên Feylî ya Mafên Mirovan Esra Mihemed jî behsa dîroka Feyliyan kir û got: “Feylî gelek caran rûbirûyê jenosîd û komkujiyan hatine. Di sala 1960’î de gelek caran hatine koçberkirin û ji Iraqê hatine derxistin. Pişte di sala 1980’î de karesata mezin dest pê kir. Ji ber ku rejîma Baas bi hinceta îranîbûna Feyliyan derdixist, tevî ku Feylî di wê demê de roleke girîng û bibandor li Iraqê hebûn.”

Esra Mihemed bal kişand li ser pirsgirêkên Feyliyan û wiha dom kir: “Di welatê xwe de wek koçber û penaber lê tên temaşekirin. Ev yek bûye sedem ji mafên xwendin û karkirinê bêpar bimînin. Her wiha di nasnameya wan de cûdakarî tê kirin. Bi hejmarek li ser nasnameya wan, li kuderê bin tên naskirin. Bi vê yekê mafê hemwelatîbûna asayî ya Feyliyan tê binpêkirin. Hêvîdar in dawî li komkujiyên li ser bawerî û pêkhateyan were.”

Di dewama panelê de çalakvana Kakeyî Nazdar Qudret jî axivî, di despêkê de hevxemiya Kakeyiyan a li gel xelkê Şengalê anî ziman û got: “Jinên Kakeyî di parastina baweriya xwe de hertim xwedî rol bûne. Jinên Kakeyî xwêner, nivîskar û rewşenbîr bûne. Niha jî bi lixwekirina cilûbergan çand, mûzîk û baweriya xwe diparêzin. Divê em jinên ji baweriyên cûda bi hev re kar bikin da ku bikarîn dawî li komkujî û bişaftinan bînin û bi hev re di nava aştiyê de bijîn.”

Konferans bi nêrîn û pirsyara beşdaran berdewam dike.