Şêniyên Hesekê însiyatîfên ava vexwarinê silav kirin

Şêniyên Hesekê hewldan û însiyatîfên mirovî silav kirin ku ava vexwarinê ji bajêr re peyda kirin da ku êşên wan li gel qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk ve, sivik bikin. Her wiha diyar kirin ku însiyatîf, li ser xurtbûna têkiliyên hezkirinê û helwesta berprisyariyê delîl e.

Şêniyên Hesekê însiyatîfên ava vexwarinê silav kirin
11 tebax, 2023   03:18
HESEKÊ – SÎBELCAN SELMAN

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, şêniyên bajarê Hesekê ji ber kirîza avê gelek zehmetiyan dikişînin.

Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3'yê Tîrmehê de bajarê Hesekê wek devereke wêranbûyî ragihand û piştî vê ragihandinê însiyatîfên mirovî û eşîrî ji bo destekdayîna şêniyên Hesekê û şandina avê ji wan re dest pê kirin, nexasim hemwextî germahiya zêde û qutkirina ava stasyona Elokê.

310 sahrîcên avê li ser 6 qonaxan gihîştin Hesekê û li taxên bajêr hatin belavkirin.

Girêdayî vê mijarê, welatiya bi navê Fatme El Ubêd a ji taxa Mişêrfe ya Hesekê siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Em bang dikin ku av ji bo Hesekê bê berdan nexasim di vê germahiya zêde de."

Fatme însiyatîfên destekdayînê silav kirin û hêvî kir ku ev însiyatîf bidomin û av bigihîje hemû taxên bajêr.

Welatiya bi navê Xatar El Ehmed a ji taxa Mişêrfe jî wiha axivî: "Kiryarên Tirkiyeyê dermirovî ne, av para hemiyan e û nabe bê qutkirin."

Di dawiya axaftina xwe de Xatar got: "Em ji bo însiyatîfên eşîran û yên Rêveberiya Xweser ên belavkirina avê spasdar in."

Her wiha, Xedîce Sîno ya ji taxa Mişêrfe ev însiyatîf û organîzekerên wan spas kir û destnîşan kir ku însiyatîfên wiha nîşana hevgirtin û ruhê berpirsiyariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

(mh/şx)

ANHA