'Nikarin fikrên Rêber Apo asteng bikin'

Endamên Meclisa PYD'ê ya şaxa Efrîn û Şehbayê diyar kir ku tecrîd û gefxwarinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dijberî qanûnên navneteweyî ne û got: “Ew ê bi tecrîdê nikaribin gel dûrî fikrên Rêber Apo bixin.”

'Nikarin fikrên Rêber Apo asteng bikin'
10 tebax, 2023   23:35
ŞEHBA

Endamên Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endama Meclisa Jinan a PYD'ê destnîşan kirin ku dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û nahêle parêzer û malbat wî bibînin.

'PROJEYA RÊBER APO WÊ BÊ PARASTİN'

Sureya Mistefa, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: " Tecrîda  li ser Rêber Apo tê meşandin siyasetek e qirêj e. Ji zêdetirî 2 salan ve tu agahî ji Rêber Apo nehatine girtin û hemû rêxistinên mirovî jî dengê ji wan nayê. ''

Sureya Mistefa anî zima ku tecîd li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze gel ji Rêber Apo dûr bixe û vîna gel bişkîne. Lê gel jî li hemberî siyasta ku tê meşandin bertek nîşan dide û projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, diparêze."

'DAXWAZA ME AZADİYA RÊBER APO YE'

Îlham Mihemed diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji girankirina tecrîdê  ew e ku îradeya gel û Rêber Abdullah Ocalann bişkîne. Îlham got: " Rêber Apo ji hêla fikir û felsefeya xwe ve azad e û di nava me de ye. Lê tenê bi  fizîkî di nava tecrîdeke girankirinî de ye .Bi rêya tecrîdê dixwaze projeya Rêber Apo ya ji bo gelê Rojhilata Navîn têngav bike.''

Îlham Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk girankirina tecrîdê û qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re bes nedîtin, lê nameyên gefên jehrîkirina jê re dişîne û bi van nameyan dixwaze gel bitirsîne û ji projeya neteweta demokratîk dûr bikeve.

Îlham destnîşan kir ku gel bi Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne. Her wiha bang li gelê welatparêz kir ku ji bo  azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

' FİKRÊ RÊBER APO FİKREKÎ NETEWEYÎ YE '

Welîd Dingilî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û got: "Lê dewleta Tirk bi ferzkirina tedbîrên derqanûnî li ser Rêber Apo  û bi bêparkirina wî ji mafên wî yên herî biçûk, qanûnên navneteweyî bin pê dike. Fikrê Rêber Apo fikrekî neteweyî ye ku Kurdan tenê eleqedar nake."

Dingilî got, Rêber Apo hewl dide rêgezên biratiya gelan û hevgirtinê belav bike û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Ji bo azadiya Rêber Apo divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin. Heya azadiya Rêber Apo em dest ji têkoşînê bernedin û em ê berxwedana xwe mezintir bikin."

(zş/bb)

ANHA