Ciwanên Dêrikê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were têkoşîna me berdewam e

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Ciwanên Dêrikê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were têkoşîna me berdewam e
10 tebax, 2023   20:18
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li qada Azadî ya Dêrikê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê Hogir Hacî daxuyanî xwend û got: “Dewleta Tirk a dagirker îşkencekirina Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ev li dijî tevahî qanûnên pergalên navneteweyî û mafên mirovan e. Armanca wan ew e ku Rêbertî dev ji mafên gelê Kurd berde, herêmên dîtir dagir bike. Lê Rêber Abdullah Ocalan tawîzan nade. Ji ber ku pêkhateyên Rojhilata Navîn ku bi fikr û felsefeya wî bawer in.

Em dê têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelan e.”

(şx)

ANHA