Jinên herêma Cizîrê piştgirî dan jinên Efganistan û Şengalê

Jinên Herêma Cizîrê bi xwepêşandanekê li Qamişloyê piştgirî da KJK û jinên Şengal û Efganistanê. Her wiha soza şopandina fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan ta ku jin li Kurdistanê û cîhanê azad dibe.

10 tebax, 2023   20:39
QAMIŞLO

Ji bo piştgiriya hemleya Koma Jinên Kurdistanê (KJK) ya bi dirûşma "Em bi jinên Efganistan û Şengalê re ne li hember êrişên zihniyeta baviksalarî ya serdest", tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinan em jiyanê diafrînin" dest pê kirin.

Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 31'ê Tîrmeha borî de piştgiriya xwe ji hemleya KJK'ê re ragihand û plansaziya xwe ya çalakiyan eşkere kir.

Li gor plansaziyê, îro tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xist. Di çalakiyê de bi sedan jinên Herêma Cizîrê yên hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, nûnerên Kongra Star a Rojava û Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdar bûn.

Çalakiya protestoyî li Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê ya Qamişloyê li dar ket. Di serî de bi navê Koordînasyona Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed axivî û qurbaniyên komkujiyên Şengal û Efganistanê bi bîr anîn û got: "Piştî rizgarkirina Şengalê ji terorê û vegera gelê me yê Êzîdî, wî rêveberiya xwe ya xweser li Şengalê ava kir û saziyên xwe yên sivîl, leşkerî û yên jinan damezirandin. Ev yek jî hêviyên çeteyên DAIŞ'ê û piştgirên wan wek Tirkiyeyê têk birin û derbeyeke mezin li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku gelê Şengalê bi tenê hişt, da."

Remziye Mihemed destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên azad dest pê kiriye, êdî li seranserî cîhanê bûye nimûne û got: "Li Rojhilatê Kurdistanê jî jinan bi rêya şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' bal kişand ser îradeya xurt a jinan."

Her wiha, endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Eble Xelîl berxwedana jinan a her çar parçeyên Kurdistanê û Şengalê û seranserî cîhanê silav kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker di serî de jinên pêşeng ên civakê hedef digire ji ber ku ew dizane ku hedefgirtina jinan hedefgirtina hebûna civakê ye."

Li dawiya xwepêşandanê şanoyek bi navnîşan "Ruhên Bêguneh" ji aliyê koma şehîd Dêrsim a Kevana Zêrîn a kantona Hesekê ve hat pêşandan. Dk şanoyê de îşaret bi rastiya jinan û hişmendiya baviksalariyê ya li dijî wan hat kirin.

Çalakiya protestoyî bi berzkirina siloganên "Bijî Berxwedana Jinan" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA