Wezîrê Parastinê yê Lubnanê rastî hewldana kuştinê hat

Hate ragihandin ku li dijî erebeya wezîrê parastinê yê Lubnanê Morîs Selîm bi armanca qetilkirina wî li paytexta Lubnanê Beyrûtê êrişek pêk hat.

Wezîrê Parastinê yê Lubnanê rastî hewldana kuştinê hat
10 tebax, 2023   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya wezîrê parastinê yê Lubnanê Morîs Selîm ragihand ku erebeya wî li herêma Cisir El Başa ya rojhilatê paytexta Lubnanê Beyrûtê hat gulebarankirin.

Nivîsgehê destnîşan kir ku rewşa wezîr baş e û tu zirar negihîştiye wî.

Lê piştrast nekir ku bûyer, hewldaneke kuştinê ye yan jî guleberandina bê ser û ber e.

(mh/şx)