Meclisa Silûkê: Rûsya û civata navneteweyî berpirsên komkujiyên dewleta Tirk in

Meclisa Silûkê got dabînkera rûsî û civaka navneteweyî berpirsên komkujiya hovane ne ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Şirke pêk aniye.

Meclisa Silûkê: Rûsya û civata navneteweyî berpirsên komkujiyên dewleta Tirk in
10 tebax, 2023   15:15
 EYN ÎSA

Meclisa Silûkê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Şirke yê rojhilatê Eyn Îsayê pêk aniye û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 3 kesên din ji heman malbatê birîndar bûn, daxuyaniyek da.

Meclisê daxuyaniya xwe li pêşiya navenda xwe ya li El Hebat bi beşdariya bi dehan xelkê gund xwend.

Endamê Rêveberiya Meclisê Salih El Hayis daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de komkujiya hovane ya ku dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Şirke pêk aniye û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 3 kesên din ji malbata Xemîs El Hadî birîndar bûne, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku topên dewleta Tirk a dagirker li ber çavên dabînkera rûsî û hêzên hikumeta Samê bi ser serê sivîlên ewle li gundan dibarin û di encamê de qurbanî û zirarên madî çêdibin.

Li seranserî eniyên şer bi dewleta Tirk re û piştî lihevkirina agirbestê ku li Soçiyê di 22`yê Cotmeha 2019`an de hatiye îmzekirin, nuqteyên hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li wê herêmê hatine bicihkirin.

Di dauxyaniyê de hate gotin: “Dabînkera rûsî berpirsa komkujiyê ye ji ber ku ji dema li wê herêmê bi cih bûye qaşo ji bo ku çavdêriya agirbestê û binpêkirinên Tirkiyeyê bike, gelek komkujî li dijî sivîlên li herêmê pêk hatin. Divê civata navneteweyî û Rûsya berpirsyariyên xwe bînin cih û rê li pêşiya binpêkirinên domdar ên Rûsyayê bigirin.”

Beriya vê komkujiyê jî, dewleta Tirk a dagirker 5 komkujiyên din pêk anibûn ku di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûbûn. Ji wan komkujiya Sefawiye, Dibis, Elîmat, Mezraêt Qirtaj. Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker sala 2019`an kanton dagir kiriye ve, bi vê komkujiya dawî re, hejmara şehîdên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne derket 118.

(şx)

ANHA