Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerê Hîbe Mehmûd El Xelef girt

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî kuştina Hîbe Mehmûd El Xelef li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku wê kujer girtiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerê Hîbe Mehmûd El Xelef girt
10 tebax, 2023   14:47
NAVENDA NUÇEYAN

Daxuyaniya navendê wiha ye: “Li ser hin navgînên ragihandinê û rûpelên medyayên civakî kuştina Hîbe Mehmûd El Xelef ragihandin ku ew di mala xwe de kuştî hatiye dîtin û hevjîn û zarokê wê winda ne.

Di encama giliyên gel de der barê dîtina laşê Hibe de, beşa lêpirsînê çû cihe bûyerê û li wir tedbîrên xwe girtin da ku delîlan bi dest bixe û bizane kujer kî ye. Piştre eşkere bû kujer hevjînê Hîbe ye ku tevî zrokê xwereviyaye.

Hêzên me yên li dijî tawanan cihê sûcdar tesbît kir û bi ser cihê xwe lê veşartiye de girt û ew girt.

Di lêpirsînê de hevjînê Hîbe li xwe mikur hat ku wî bi alaveke tûj li serê Hîbe xistiye û bi kêrê jî lêxistiye û bûye sedema kuştina wê. Piştî lêpirsîn bi wî re biqede û ji bo ku ji ber sûcê kiriye, cezayê xwe bistîne wê radestî dadgehê bê kirin.”

(şx)