'Ji bo parastina civakê ji tevliheviyê divê diyardeya nakrotîkê ji kokê ve bê rakirin'

Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê têkildarî narkotîkê û bandora wê li ser civakê semînerek li dar xist û teqezî bi girîngiya çareserkirina vê diyardeyê ji bo parastina civakê ji metirsî û tevliheviyê kir.

'Ji bo parastina civakê ji tevliheviyê divê diyardeya nakrotîkê ji kokê ve bê rakirin'
'Ji bo parastina civakê ji tevliheviyê divê diyardeya nakrotîkê ji kokê ve bê rakirin'
'Ji bo parastina civakê ji tevliheviyê divê diyardeya nakrotîkê ji kokê ve bê rakirin'
'Ji bo parastina civakê ji tevliheviyê divê diyardeya nakrotîkê ji kokê ve bê rakirin'
'Ji bo parastina civakê ji tevliheviyê divê diyardeya nakrotîkê ji kokê ve bê rakirin'
'Ji bo parastina civakê ji tevliheviyê divê diyardeya nakrotîkê ji kokê ve bê rakirin'
8 tebax, 2023   17:19
HELEB

Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê semînerek bi navê "Nakrotîk û bandorên wê" da. Tê de hişyarî ji metirsiyên nakrotîkê da.

Di semînerê de rewşenbîr, parêzer û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Semîner li navenda malbendê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin û ji aliyê bijîşk Mihemed Ehmed Îsa ve hat dayîn.

'NAKROTÎK ÊŞKUJEKE SEXTE YE'

Di serî de der barê metirsiyên nakrotîkê de Îsa got: "Nakrotîk ji mirov re wiha diyar dike ku hemû pirsgirêkên wî yên hundirîn hatin çareserkirin, lê belê ev ne rast e. Ya rast ew e ku piştî bandora nakrotîkê bi dawî dibe ew kirîz û pirsgirêk ji nû ve wî dorpêç dikin."

Îsa wiha domand: "Divê kesê nakrotîkê dibe bi aqilane ji bandorên wê yên xerab bê hişyarkirin û ew bi awayekî rast ji wê diyardeyê xelas bibe."

BIKARANÎNER MEXDÛR E!

Îsa diyar kir ku kesê narkotîkê dibe mexdûr e û got: “Divê fêm bike ku di bazirganiya narkotîkê de ew winda dike. Ji ber ku hişê xwe winda dike. Divê fêm bike bazirgan qezenc dike. Ji ber ku vê karî gelek pere bi dest dixin.”

Piştre, beşdaran bi nêrînên xwe tev li semînerê bûn. Parêzer Ehmed Reşo got: "Qanûna /12/ ya  2022'yan a Rêveberiya Xweser a der barê nakrotîkê de, rêbazeke navîn bû di navbera rêbaza berê û ya nûjen de."

Reşo wiha lê zêde kir: "Nexasim di aliyê avakirina navendên dermankirinê de ku ew jî bi mercên taybet bûn, wek qedexeya derketina nexweşan ji navendê berî 3 mehan û parastina taybetiya rewşa nexweşan."

'PARASTIN JI DERMANKIRINÊ ÇÊTIR E'

Parêzer Elaudîn El Xalid jî der barê mijarê de wiha axivî: "Di encama belavûna diyardeya nakrotîkê metirsiyên civakî, exlaqî û aborî derdikevin holê. Nexasim bêmalkirina zarokan, dizî, kuştin û gelek kiryarên din."

El Xalid destnîşan kir ku parastin dermankirinê çêtir e û got: "Divê em vê diyardeyê ji kokê de rakin."

Di dawiya axaftina xwe de El Xalid got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Têkoşîna li Dijî Nakrotîkê divê di serî de kesê ku nakrotîkê dibe wek mirovekî normal bibînin û pirsgirêkên ku hiştine ew nakrotîkê bibe di ber çavan re derbas bikin û pirsgirêka wî çareser bikin."

(mh-şx)

ANHA