Kampeke filistîniyan a li lubnanê ya ji ber planên pêşwext dikele; Eyn El Hulwa

Hefteyek piştî şerên dijwar li kampa Eyn El Hulwa ku bajarê Seyda jî hatibû topbarankirin, aramî serwer e. Şerê li kampê piştî kuştina Fermandarê Ewlehiya Nîştimanî ya Filistînê li herêma Seyda Ebû Eşref El Ermûşî û hin kesên pê re, dest pê kiribû. El Ermûşî dema diçû ji bo kesekî bi qetilkirina sivîlekî li kampê hatibû tawanbarkirin werbigire, bi kemînekê hat kuştin.

Kampeke filistîniyan a li lubnanê ya ji ber planên pêşwext dikele; Eyn El Hulwa
6 tebax, 2023   07:29
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Li gorî şîrovekaran, projeyek mezin ji bo serwerkirina çeteyên rêxistinên “Cebhet El Nusra” û “DAIŞ” li kampa Eyn El Hulwa heye û ev proje ne tenê ji bo kampê ye, lê belê bandorên wê digihêjin Lubnanê jî. Ev bûyer piştî ku hejmarek kesên ji nasnameyên lubnanî, sûriyeyî û iraqî yên li Sûriyeyê şer kirine derbasî kampê bûn, rû didin.

Şîrovekar dibêjin ku bûyerên li kampê rû dane ji ber du sedeman xeternak in. Ya yekemîn; ji ber ku dibe ev bûyer derbasî Lubnanê jî bibin. Jixwe behsa wê dihat kirin ku ev bûyer belavî derveyî kampê bûne û hin rayedarên hikumeta Lubnanê ya kar û barên penaberan û hin kesayetên filistînî jî destwerdan kiriye. Lewma metirsî heye ku ev alozî li qada Lubnanê jî belav bibe.

Sedema duyemîn jî ew e ku şerê li kampa Eyn El Hulwa parçebûna hundirîn a Filistînê xurttir û kûrttir dike. Ji wê jî zêdetir ev şer tê wateya parçebûna di navbera Xeza-Dîfa yan navbera Hemas-Fetih ên li hundirê Filistînê û dibe ku li derveyî Filistînê jî berfireh bibe.

Li gorî nirxandina agahdarekî van geşedanan, hêzên “Îslamê” yên ji nasnameyên cuda yên bi rengê filistînî û di bin navê Îslamê de tevdigerin, bi fermana hin hêzên derve biryara kontrolkirina kampê dane. Her wiha biryar dane ku dê cihê hin komên berê li hundirê kampê biguherînin, nexasim piştî ku hejmareke çekdaran ji Sûriye û Iraqê gihîştin kampê.

Serokê hikumeta demkî “meşandina kar” ya Lubnanê Necîb Mîqatî helwesteke balkêş nîşan da û got ku dema şer tê de derketiye cihê gumanan e û qada Lubnanê ji bo hesabên derve tê bikaranîn.

Metirsî ne tenê ji ber dubarekirina şer hene. Lê belê metirsî ew e ku şer ji kokê de neyê çareserkirin û her ku biçe kûrtir bibe û amûrên hundirîn ên şer zêdetir bibin. Bi vê yekê dê bandorên şer jî zû bi zû neyên bidawîkirin. Nexasim ku artêş heta radeyeke mezin nikarin rast nêzîkî rewşa ewlehiyê ya li hundir kampê bibe. Ev biyareke siyasî ya mezin e ku rêveberiya leşkerî jî derbas dike. Diyar e ku tu kes ji bo girtina vê biryarê ne niha ne jî di paşerojê de, ne amade ye.

Kampa Eyn El Hulwa ku ji nava 12 kampên Filistîniyan mezintirîn kampên li Lubnanê ye, sala 1948`an hatî avakirin. Ev kamp di dîroka welat de bi tevlîheviyên ewlehiyê tê nasîn.

Niştecihên kampên di nava şert û mercên trajîk de dijîn. Ev şert û merc 20 sal in ji ber kiryarên ku artêşa Lubnanê ferz kirine, dijwartir bûne. Artêşa Lubnanê li derdora kampê bi cih dibe û tenê 4 deriyên têketin û derketinê hatine diyarkirin. Ew derî 24 saetan di bin çavdêriyê de ne. li hundir kampê jî nifûs zêde ye, avahî bê ser û ber hatine lêkirin. Tê de zêdetirî 63 hezar penaber bi cih dibin. Her wiha hejmarek mezin a kesên ji edaletê reviyane lê heye.

Hejmareke komên Filistînê li kampê bi cih dibin, yên sereke; Tevger Fetih, Esebet El Ensar, Eniya Rizgariyê ya Filistînê û hêzên din ên Îslamê.

Bi şerê li kampê derketiye re bal hat kişandin ku pirsgirêkên li kampê hîna dewam dikin û eger bên bikaranîn dê bandorên xeternak çêbikin. Mijûlbûna Lubnanê bi penaberên Sûriyeyê û kampên koçberan re, bû sedem ku dozên civakî, siyasî û ewlehî  yên kampên filistîniyan paşguh bike. Ji ber pirsgirêkên civakî yên li kampê, hebûna gelek kesên ji edaletê reviyane, nakokiyên di hundirê Tevgera Fetih de û di navbera wan û hêzên din ên Filistînê de, ev faktor hemû dihêlin ku Kampa Eyn El Hulwa bibe qadeke ku ihtimal heye her kêliyê biteqe.

Fermandariya artêşa Lubnanê jî ji aliyê xwe ve bi rêya hesabê xwe yê li ser medya dijîtal, hin agahiyên ku li gorî çavkaniyên leşkerî hatine parvekirin, derewandin. Li gorî wan agahiyan, artêşê ji bo lidarxistina operasyoneke leşkerî li kampa Eyn El hulwa amadekarî dikirin.

Artêşê li derdora kampê tedbîrên ewlehiyê zêde kirine, rêya kampê li pêş tevgera erebeyan girtiye û piştî ku nasnameyên wan kontrol dike tenê dihêle ku xelk bi meşê bikevin kampê.

(c)

ANHA