Li Silêmaniyê êrişa hewayî-HATE NÛKIRIN

Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê êrişa hewayî pêk anî.

Li Silêmaniyê êrişa hewayî-HATE NÛKIRIN
6 tebax, 2023   07:55
NAVNEDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a biçek a dewleta Trik a dagirker li gundê Çinarto yê ser bi bajarokê Axceler yê girêdayî navçeya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurditanê êrişa hewayî pêk aniye. Ji ber êrişê agir bi zeviyên li herêmê ketiye.

Hat ragihandin ku ji danê siharê de li ser navçeya Çemçemalê tevgera balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker heye.

(c)