Çeteyan li ser sînor tecawiz li 3 jinan kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê tecawiz li 3 jinan kir.

Çeteyan li ser sînor tecawiz li 3 jinan kir
5 tebax, 2023   19:40
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên “Sultan Murad” ên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorên Sûriye-Tirkiyeyê li aliyê navçeya Bilbilê ya Efrînê tecawiz li 3 jinan kiriye.

Çavkaniyan nasnameyên her 3 jinan eşkere nekirin.

Hate ragihandin ku çeteyan gef li wan jinan xwariye eger vî sûcî eşkere bikin, dê bên kuştin. 

Li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê sûcên tecawizê li dijî jinan û zarokên keç tên kirin.