‘Ji bo berdewamkirina rêwîtiya azadiyê Divê gel piştgiriya gerîla bike’

Rêveberên saziyên jinan got HPG ji zêdetirî 50 salî ve piştgiriya hebûna dîrokî ya gelê herêmê dike û bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya ji gerîla re zêdetir bike.

‘Ji bo berdewamkirina rêwîtiya azadiyê Divê gel piştgiriya gerîla bike’
6 tebax, 2023   02:07
KOBANÊ

Jinên rêveber ên kantona Kobanê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi tevkariya PDK′ê ji ajansa me re axivîn.

Endama rêveber a Mala Jinan a Navçeya Şêran Zeyneb Nasan wiha got: "Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê gele armanca û projeyên xeternak hene. Dagirkerî bi hem rê û rêbazan hewl die erdnîgariya herêmê dagir bike û kilîtên wê jî li çiyayên Kurdistanê ne. Lê hêzên gerîla li hember alava şer a dewleta Tirk disekinin."

Zeyneb wiha domand: "Xeta îxanetê ya îro li dijî gerîla tê meşandin ne li gorî Kurdan e. Ger dewleta tirk di şerê xwe de bi ser ket, dê ev xayînên di destê dewleta Tirk a dagirker de bûne alav ku planên wê li herêmê pêk bînin, bibin qurbaniyên wê yên yekemîn. Ji lew re divê beriya dem derbas be ji biryarên xwe vegerin, piştgiriyê bidin Kurdan û doza wan û ne di pişta Kurdan de bibin xencer."

′DIVÊ EM LI HEMBER HER XAYÎNEKÎ BISEKININ′

Li aliyekî din jî berpirsa beşa perwerdeyê ya Koordînasyona Kongra Star Rohat Ebdî jî wiha got: "Xeta berxwedanê li çiyayên Kurdistanê ava bû û pê re jî jina Kurd ku êdî terorên vê serdemê têk birin hate avakirin. Ev vejîn li dijî planên dewleta Tirk a dagirker derbeyeke giran bû. Ji lew re îro ew dîn û har bûye û ji ber wê hewl dide bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê tola çeteyên xwe hilde."

Rohat anî ziman ku gelê herêmê gavek ber bi azadiyê ve avêt û wiha domand: "Ger ev gel bixwaze di vê rêyê de dewam bike, divê piştgiriya gerîla bike û li hember her kesê hewl dide di xencerê li pişta xeta berxwedanê bike bisekine, heta edaleta bendewa a li ser destê hêzên gerîla pêk tê."

′PDK LI PÊŞ HÊZÊN ME ASTENGIYEK E′

Hevseroka Navçeya Kobanê Meqbûle Bekê jî wiha got: "Gerîla ji zêdetirî 50 salî ve parastina hebûna dîrokî ya gelê herêmê dikin, lê xeta îxanetê ya bi nûnertiya çekdarên PDK′ê li pêş hêzên me dibe asteng û bi piştgiriya wî dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişên fireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir."

Meqbûle bang li her ferdekî/ê li ser erdnîgariya Kurdistanê dijî kir ku dengê xwe li hember her kesên tevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike ku vê erdnîgariyê dagir bike, bilind bikin.

(fr)

ANHA