Li Hesekê êşa şêniyan a ji ber birîna avê didome

Zehra Ehmed Şehab her sibeh ji mala xwe derdikeve da ku xwe bigihîne depoya avê ku ava vexwarinê bi dest bixe, bi saetan dimeşe û di dorê de disekine.

Li Hesekê êşa şêniyan a ji ber birîna avê didome
Li Hesekê êşa şêniyan a ji ber birîna avê didome
Li Hesekê êşa şêniyan a ji ber birîna avê didome
Li Hesekê êşa şêniyan a ji ber birîna avê didome
Li Hesekê êşa şêniyan a ji ber birîna avê didome
Li Hesekê êşa şêniyan a ji ber birîna avê didome
6 tebax, 2023   06:50
HESEKÊ - HENAR ÎBRAHÎM

Zehre Ehmed Şehab (77) a ji Hesekê ji bo wergirtina ava vexwarinê her roj bi saetan dimeşe.

Zehra li taxa Mişêrfe ya Hesekê êşên tunebûna avê dikişîne. Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve av li taxa wan peyda nabe. Zehra her sibeh berê xwe dide depoyên avê yên li taxa wê hatine bicihkirin da ku avê ji malbata xwe re bîne.

Jiyana Zehrayê dişibe jiyana milyonek û nîv welatiyên Hesekê û gundewarên wê ku êşa tunebûna avê dikişînin.

Dema mirov li nava taxên bajêr bigere wê van dîmenan bibîne; di destê zarokan de galonên avê hene, jin li pey hev li pêş depoyên avê yên li nêzî taxên wan hatine danîn, kom bûne da ku ava vexwarinê peyda bikin. Hin jî bi erebeyên zarokan û kursiyên astengdaran avê dikişînin. Bi hezaran şênî jî li pey stêrên avê dibezin.

′PEYDAKIRINA AVÊ PIR ZEHMET E′

Zehra her sibeh zû şiyar dibe û galonên avê dixe destên xwe û berê xwe dide depoyên avê yên li taxa wê û dikeve dorê. Zehre li ser mijarê wiha got: "Êdî peydakirina ava vexwarinê pir zehmet e, ev rewşa me karesat e."

Ji ber temenê xwe gelek nexweşî bi Zehrayê re hene û neçar dibe rojê gelek caran berê xwe bide depoyên avê. Zehra bang li aliyên têkildar, rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku çareyeke lezgîn ji vê rewşê re bibînin.

RÊVEBERIYA XWESER DEST BI PROJEYEKÊ KIRIYE

Rêveberiya Xweser hewl dide krîza avê û barê wê li ser welatiyan sivik bike û stêrên avê ji bajarên din dişîne Hesekê. Di vê dawiyê de Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê dest bi projeya kişandina avê ji gundewarên Amûdê ber bi Hesekê ve kir û lêçûna wê 18 milyon dolar e.

Proje li ser 4 qonaxan e; qonaxa destpêkê kolandina 20 bîran bi kûrahiya 500 metre ye. Qonaxa duyemîn jî avakirina stasyoneka dayîna avê bi 6 dînamoyan bi 750 metrekab û rakirina wê bi 80 metreyî ye û ew av di hewzeke 5 hezar metrekab de kom dibe. Di qonaxa sêyemîn de dê ji Amûdê kehrebe ji stasyonê re bê dayîn û di qonaxa çaremîn de jî dê av bi rêya boriyên bi dirêjahiya 62 kîlometre av were kişandin.

(fr)

ANHA