Panorama Hefteyê: Xebatên derxistina penaberên sûriyeyî li dijî qanûnan e

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa xebatên bicihkirina penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, aloziya li Kendavê, têkiliyên dewleta Tirk a dagirker bi dewletên herêmê re kirin.

Panorama Hefteyê: Xebatên derxistina penaberên sûriyeyî li dijî qanûnan e
6 tebax, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

`Şaşiyên mezin û teqez têkildarî xebatên derxistina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê`

Rojnameya Şerq El Ewsat di hejmara xwe ya îro de cih da mijara bicihkirina penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi darê zorê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku di mijara derxistina penaberên sûriyeyî bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk ve gelek şaştî derketine û hat gotin: “Ev yek li dijî qanûna navneteweyî ye, ji ber ku şandina penaberan bi zorê ji cihekî ber bi ne cihê ku jê hatine ve, qedexe ye. Her wiha şandina penaberan ber bi cihekî ne ewle ve qedexe ye. Desthilata Tirkiyeyê ji hemû aliyên din baştir dizane ku piraniya kesên hatine derxistin ne ji wan cihên ku lê hatine veguhestin (bakurê rojavayê Sûriyê) in. Her wiha dizane ku ew herêm ne ewle ne. Şaştiya din jî ew e ku li gorî qanûnê pêk nayên. Ev yek bandorên neyînî hem li welatiyên Tirkiyeyê, hem jî li sûriyeyiyan dike.”

RAGEŞIYA LI KENDAVÊ

Rojnameya Ukaz jî cih da rageşiya Amerîka-Îranê ya li herêma Kendavê jî. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin: “Biryara Washingtonê ya şandina leşkeran, balafirên Banat, balafirên F-35 û balafirên din ên şer ji Kendavê re nîşan dide ku têkiliya Washingtonê bi Îranê re xirab dibe. Ev geşedan di demekê de pêk tê ku Îran di çêkirina uranyumê de gihaştiye qonaxekê ku dikare pê bombeya nukleerî çêke.”

TIRKIYE HEWL DIDE RÛSYAYÊ ÎQNA BIKE DA KU LI LIHEVKIRINA DEXL Û DANAN VEGERE′

 

Der barê têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê de rojnameya Şerq El Ewset îşaret bi hewldana dewleta Tirk a îqnakirina Rûsyayê ya ji bo vegera li lihevkirina korîdora ewle ya dexl û danan di Deryaya Reş de kir. Ew yek bi sedema redkirina Moskovê ya dirêjkirina dema lihevkirinê hate sekinandin. Di 17′ê Tîrmehê de di dan û standinên bi telefonê yên navbera Pûtîn û Erdogan de ew lihevkirin hate redkirin.

Rojnameyê behsa paşveçûna rêveçûna têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li ser gelek dosyayan kir û destnîşan kir ku Erdogan ragihandibû ku amadekariyên ji bo pêşwazîkirina serokê Rûsyayê Pûtîn di Tebaxê de dewam dikin û got nêrînên wan li ser dirêjkirina dema lihevkirina dexl û danan a ku di 22′yê Hezîrana 2022′yan de di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi navbeynkariya Tirkiye û NY′yê hatiye îmzekirin, yek in.

‘LIHEVKIRINÊN TIRKIYEYÊ YÊN BI WELATÊN HERÊMÊ RE TÊK DIÇIN’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî behsa astengiyên li pêşiya lihevkirinên Tirkiyeyê û welatên herêmê kir. Rojnameyê ev astengî spartin 3 sedeman. Ya yekemîn; paşxistina serdana Benjamin Netanyahû, ya duyemîn; Beşar Esed careke din daxwaza vekişîna Tirkiyeyê ya ji welat kir û ya sêyemîn; biryara Sîsî ye ku serdana xwe ya bo Tirkiyeyê bi paş de xist.”