Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir

Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê QSD′ê Nesar Meiyof El Selcî li Goritana Şehîdên Şedadê oxir kir.

Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Nesar Meiyof El Selcî oxir kir
5 tebax, 2023   11:09
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê ya Hesekê cenazeyê şervanê QSD′ê Nesar Meiyof El Selcî ku di 2′yê Tebaxê de dema li ser erka xwe ya leşkerî ya li herêma Sede ya Şedadê şehîd bûbû, li Goristana Şehîdên Şedadê oxir kir.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî, rûspiyên eşîrên Ereb û şêniyên Şedadê beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Sor a Dêrazorê Xeys El Xelef axivî û behsa rola şehîdan di pêkanîna ewlehiyê de kir û wiha got: "Van şehîdan destanên lehengane di parastina projeya neteweya demokratîk de li hember êrişên terorîst nivîsandin."

El Xelef wiha domand: "Şehîd pêşengên me yên rastîn in, wan bi ruhê xwe mezintirîn destanên lehengiyê nivîsandin û planên timakeran ên ji bo dagirkirina herêmên me û kesên hewl didin projeya demokratîk têk bibin, têk birin."

Li aliyekî din jî ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seed El Xerîb sersaxiya malbata şehîd xwest û soza tolhildanê da û wiha got: "Şehîd di oxira parastina welat û azadiya gelê xwe, serkeftina projeya demokratîk de tiştê giranbuha dan. Em ê li ser metod û rêya şehîdan bimeşin."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA