​​​​​​​Li Nîjerê wezîr û siysetmedar hatin girtin

Meclisa Leşkerî ya Nîjerê bi awayekî derqanûnî 6 wezîr, di nav de wezîrê darayî Ehmed Cedod û wezîrê plankirinê Rabio Ebde û gelek siyasetmedar girtin.

​​​​​​​Li Nîjerê wezîr û siysetmedar hatin girtin
5 tebax, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya serokê Nîjerê yê îstîfakirî Mihemed Bazom ragihand ku darbekaran 6 wezîr li gel xwe girtine; di nav de wezîrê darayê Ehmed Cedod û wezîrê plankirinê Rabio Ebde jî hene.

Di daxuyaniya Partiya Demokratîk û Sosyalîst a Komara Nîjerê de ku malpera ActuNiger weşandiye, hate gotin ji 26′ê Hezîranê de pasdarên komarê serokê komarê Mihemed Bazom û ferdên malbata wî girtine. Her wiha kesayetên siyasî yên din jî bi awayekî derqanûnî girtine.

Fermandarê berê yê pasdarên serokatiyê general Omer Ebdurehman Tiyanî di 26′ê Hezîranê de hate ser desthilatê û îstîfakirina Bazom bi binpêkirina wî ya aliyên ewlehî, aborî û civakî de rewa kir.

Li aliyekî din jî Bazom hişyarî li ser hilweşîna herêma beravê ya Afrîkayê da ku bi rêya koma Wagnerê ya leşkerî bikeve bin serweriya Rûsyayê. Bi wê yekê Moskov bi darbeyê tawanbar kir û Rûsyayê jî ev yek derewand.

(fr)