​​​​​​​3 sal ceza dan serokwezîrê berê yê Pakistanê

Dadgeriya Pakistanê cezayê 3 sal girtîgehê li serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan birî.

​​​​​​​3 sal ceza dan serokwezîrê berê yê Pakistanê
5 tebax, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Pakistanê ragihand ku dadgeheke Pakistanê 3 sal cezayê girtîgehê li serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan biriye.

Hate gotin sedema cezakirina Îmran Xan ew e ku bi awayekî neyasayî diyariyên ku ji bo dewletê hatibûn dayîn, di navbera salên 2018-2022’yan de firotine.

Di 10’ê Nîsana 2022’yan de piştî civîna 14 saetan a parlementoya Pakistanê, bi dengê 174 parlementeran biryar hat dayîn ku bawerî ji serokwezîrê welat were standin. Di dîroka Pakistanê de yekem car bû ku parlementoyê bawerî ji serokwezîrekî wergirt.