Li Licê û Hênê êrişên dagirkeriyê

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeyên Licê û Hênê yên Amedê êrişên dagirkeriyê dan destpêkirin.

Li Licê û Hênê êrişên dagirkeriyê
5 tebax, 2023   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê li gundê Dêrqam ê Licê û li gundê Hure û mezraya Bateyt a Hênê yên Amedê êrişên dagirker dan destpêkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin stendin, ji ber operasyonê li ser rêyên gund û mezrayan wesayîtên zirxî û sivîl hatine bicihkirin.

Hate diyarkirin li ser rêya Amed-Çewligê jî çûn û hatina wesayîtên leşkerî zêde ye.