​​​​​​​Di êrişên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de kuştî û birîndar

Li rojava û bakurê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar qewimî, di encamê de ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

​​​​​​​Di êrişên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de kuştî û birîndar
5 tebax, 2023   10:02
ŞEHBA

Li rojava û bakurê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar qewimî û baregehên hev topbaranên kirin. Di encamê de welatî hatin kuştin û birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Şêx Eqîl ê li rojavayê Helebê duh bi moşekan erebeyeke tê de welatiyên Kurd ên ji gundên Bicikê, Fafirtînê, Birc Heyderê û Kibêşînê yên navçeya Şêrawa ya dagirkirî hebûn, kir hedef.

Çavkaniyan da zanîn ku di encama hedefgirtinê de 8 welatî birîndar bûne. Piştî çend saetan hêzên hikumeta Şamê careke din bi moşekan alava ku hewl dida erebeya hatiye hedefgirtin bikişîne, hedef girt. Di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Ji wan ciwanê bi navê Ela Silêman jiyana xwe ji dest da, Ehmed Ehmed Hindî, Celal Heyder, Nîhad Îso, Mistefa Cemal û Mihemed Silêman ên ji gundê Kibêşînê birîndar bûn. Mihemed Seîd ê ji gundê Birc Heyderê û Îmadedîn ê ji gundê Birc Silêman jî birîndar bûn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî erebeyeke leşkerî ku tê de leşkerên hikumeta Şamê hebûn, li nêzî Foca 46′an a li rojavayê Helebê kit hedef, di encamê de leşkerek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Kefer Teal û Kefer Eme yên li rojavayê Helebê topbaran kirin, di encamê de şer çêbû û heta bi bakurê Helebê yê kantona Şehbayê çû.

Duh, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi doçkayan gundên Hirbil, Şêx Îsa û Samoqa yên kantona Şehbayê kirin hedef û di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de bûn.

Di hefteya borî de nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li balafirgeha Minixê yê leşkerî ya li ser rêya M4 a li gundewarên kantona Şehbayê hatin hedefgirtin, di encamê de ji hêzên hikumeta Şamê kuştî û birîndar çêbûn.

(fr)

ANHA