​​​​​​​Li Siûdiyê civînek li ser Ukraynayê

Li Erebistana Siûdî şêwirmendên ewlehiyê yên neteweyî û nûnerên gelek dewletan bi civînekê krîza Ukraynayê nîqaş dikin.

​​​​​​​Li Siûdiyê civînek li ser Ukraynayê
5 tebax, 2023   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji ber derfetdayîna ji bo dan û standinên li ser welatê wî, spasiya Erebistana Siûdî kir.

Zelensky got civîna li Cedayê girîng e, ji ber ku çarenûsa bi milyonan mirovên li Afrîka, Asya û herêmên din eleqedar dike.

Dê şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Koşka Spî ya DYA’yê Jake Sullivan jî di beşdarî civînê bibe û nûnertiya serokê DYA’yê bike û hate diyarkirin li gel wî hêviyên nêzîkbûna di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê hene.

Hat ezanîn ku Rûsya beşdarî civînê nabe, lê dê Çîn beşdar bibe.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov gotibû dê Rûsya civîna li Cedayê bişopîne.

(fr)