ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2023
4 tebax, 2023   23:00

- Siyasetmedar û hiqûqnasên herêma Firatê diyar kir ku ji dema revandina Rêber Abdullah Ocalan ve, dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide fikir û berxwedana wî sînordar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Şêniyên Qamişloyê nerazîbûna xwe anî ser ziman û êrişên li ser qadên berxwedanê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê Tamir El Şemerî diyar kir ku şandina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê bi darê zorê, sûcekî li dijî gelê Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên li herêmên hikumeta Şamê di navbera bilindbûna buhayan û bacên nerewa yên bi rêya şîrketên taybet de asê mane. Herî dawî jî bacên parkkirina erebeyan ferz dikin.

- Bi sedan zarok û kal û pîr li kampên berxwedanê yên li Şehbayê ji ber germaya zêde bi nexweşiyên îltîhaba rovikan, tagirtin û navçûnê ketine û di navbera 15 rojan de zêdetirî 397 rewşên îltîhaba rovikan hatine qeydkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Aram, Diyar, Ehmed û Berzan ku roleke mezin di parastina civaka Êzidî ji çeteyên DAIŞ'ê de lîst, di salvegera 9'emîn a fermana 3'yê Tebaxê ya li dijî Şengalê de, de bi destê dewleta Tirk a  hevkarê DAIŞ'ê hatin şehîdxistin.

- Pêşbaziya di navbera hêzên mezin ên cîhanê de li ser berfirehkirina bandor û hegemoniya xwe ya li welatên parzemîna Afrîkayê careke din dibe rojev. Lê lûtkeya dawîn a Rûsya-Afrîkayê wek nîşaneya qonaxa pêşbaziyeke gûrtir tê nirxandin.

-Şêniyên navçeya Şedadê şehîdê QSD'ê Nesar Mayûf El Selcî li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir dikin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya rojên şanoya zarokan, Tevgera Çand û Hunerê, Komîteya Şilêr a Zarokan û Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyekê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD'ê Aram Mihemed Îbrahîm û  şervanên QSD'ê Diyar Cuma Xelîl Ehmed Fadil Semo û Berzan Mistefa Şêxmûs yên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, tên oxirkirin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA