Li Girê Spî guhertina demgorafîk didome: 10 iraqî hatin bicihkirin

Çavkaniyek xwecih da zanîn ku  di nava penaberên sûriyeyî de ku dewleta Tirk a dagirker wan dişîne Girê Spî ya dagirkirî, 10 iraqî hene.

Li Girê Spî guhertina demgorafîk didome: 10 iraqî hatin bicihkirin
4 tebax, 2023   19:54
EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecih diyar kir ku 110 penaberên sûriyeyî û 10 iraq di deriyê sînor re derbasî kantona Girê Spî ya dagirkirî bûn.

Çavkanî da zanîn ku 120 kes li deriyê sînor ê Girê Spî radestî çeteyên "Polîsên leşkerî" hatin kirin, da ku li malên şêniyên resen ên hatine koçberkirin, werin bicihkirin.

Her wiha çavkanî diyar kir ku iraqiyan di dema qeydkirina belgeyan de li deriyê sînor gotin, ew ê biçin gel malbatên xwe ku li kantonê dimînin.

Li aliyekî din hate diyarkirin, çeteyên "Polîsên leşkerî" li bajarokê Elî Baciliyê yê kantonê girtin ser malan û di nav de kesek ji Iraqê, 7 sivîl revandin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku dema êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2019'an de, bi dehan malbatên çeteyên DAIŞ'ê ji kampa Eyn Îsayê reviyabûn û li taxên Iskan û Leyl ên kantonê bi cih bûn.

(bb)

ANHA