Li Bagokê êrişên qirkirinê

Li Nisêbînê herêmên çoltar ên 9 gundan weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin. Hate ragihandin ku li herêma Bagokê jî êriş hate destpêkirin.

Li Bagokê êrişên qirkirinê
4 tebax, 2023   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve herêmên çoltar ên 9 gundên li herêm Çiyayê Bagokê ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin. Walîtiya Mêrdînê ragihand ku li gundên Xarabalî, Hibab, Badîbbe, Ewşî, Elîn, Arboî, Yol, Şekrin, Derikê di navbera 4’ê Tebaxê û 18’ê Tebaxê de ketin û derketina wan hate qedexekirin.

Li aliyê din hate diyarkirin ku ji Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşa ya li navçeya Mîdyadê helîkopterên leşkerî ber bi herêma Bagokê ve çûne. Hate zanîn ku li herêmê êrişên leşkerî hatiye destpêkirin.