Li Girê Cûdî çalakiyên gerîla: Herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin

Hate diyarkirin ku gerîlayan li Girê Cûdî çalakî kirin, di encamê de herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin.

Li Girê Cûdî çalakiyên gerîla: Herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin
4 tebax, 2023   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên Gerilayên Azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî berdewam in.

Li gorî nûçeya ANF'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên HPG’ê, gelek çalakî hatine lidarxistin; herî kêm sê dagirker hatine cezakirin.

Di daxuyaniyê de ku îro Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê da, hat ragihandin ku di çalakiyên Gerilayên Azadiya Kurdistanê de ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dar xistine, herî kêm leşkerekê Tirk ê dagirker hatiye cezakirin û derbe li sê mewziyan hatine xistin.