Di êrişa Tirkiyeyê de fermandarek û 3 şervan şehîd bûn

QSD′ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafireke bêmirov êrişî fermandar û şervanên hêzên wan ên ku di dirêjahiya salên borî de şerê çeteyên DAIŞ′ê kirine, kir û di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa Tirkiyeyê de fermandarek û 3 şervan şehîd bûn
4 tebax, 2023   06:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişa dewleta Tirk a dawî li dijî kantona Qamişloyê de daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin:

"Di salvegera 9′an a Komkujiya DAIŞ′ê li Şengalê de careke din dewleta Tirk a dagirker êrişî fermandar û şervanên me yên di dirêjahiya salên borî de şerê rêxistina terorîst kirine, kir. Her wiha dewleta Tirk bi balafireke bêmirov saet 19:15′an êvara pêncşemê (03′ê Tebax) erebeya ku tê de 6 fermandar û şervanên me hebûn li ser rêya gundê Hermê Şêxo yê Qamişloyê bombebaran kir. Ew şervan û fermandar destûr giritbûn û berê xwe didan malên xwe. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Yek ji hevrêyên me fermandar e û navê wî Aram Mihemed Îbrahîm e û ji hevrêyên gazî ye. Parçeyek gewdeya xwe di şerê li dijî rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst de da. Yên din jî hevrê Diyar Cuma Xelîl, Ehmed Fadil Simo û Berzan Mistefa Şêxmûs in û di oxira parastina herêm û gelê xwe de di dirêjahiya salên borî de tê koşiyan û rola wan di hemû şerên li dijî terorê de aktîf bû.

Em ê agahiyên din piştre parve bikin."

(fr)