Jinên êzidî yên Roajva bi rixistinkirinê bersiva fermanê didin

Piştî fermana 2014`an a li dijî civaka êzidî û heta niha hezar û 203 jinên êzidî hatine rizgarkirin. Jinên êzidî yên Rojava jî dibêjin ew bi xurtkirina rêxistinbûna xwe bersiva fermanê didin.

Jinên êzidî yên Roajva bi rixistinkirinê bersiva fermanê didin
4 tebax, 2023   06:10
QAMIŞLO/HELÎN EYLÛL

Di dirêjahiya dîrokê de gelek ferman li civaka êzidî rabûne. Yek ji wan fermanan, fermana 74`an a êzidiyan 3`yê Tebaxa 2014`an bi destê çeteyên DAIŞ`ê pêk hatibû. Di wê fermana ku wekî fermana jinên êzidî jî tê pênasekirin, bi hezar jin û zarokên êzidî hatin revandin û li sûkên Mûsil û Reqayê hatin firotin.

Li gorî komeleyên êzdiyan, di fermanê çeteyên DAIŞ`ê 6 hezar û 417 êzidî revandin. Ji wana 3 hezar û 548 jin, 2 hezar û 869 mêr jî mêr bûn. Piştre di pêngavên rizgarkirinê yên cuda de, ji êzidiyên hatine revandin, 3 hezar û 739 êzidî hatin rizgarkirin; ji wana hezar û 203 jin hene. Yên mayî jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Di ser wê fermanê re 9 sal derbas dibin, lê civaka êzidî hê jî êşa vê birînê dikişîne. Di serî de dewleta Iraqê, gelek dewletan ev êrişan wek “jenosîd” nas nekirin. Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020`an a navbera dewleta Tirk-Iraq-PDK’ê hatî îmzekirin jî wekî berdewama fermana 74’ an tê nirxandin.

HEWLDANÊN JI BO JINÊN ÊZIDÎ

Li Rojava jî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di pêngavên rizgarkirina herêmê ji çeteyê DAIŞ`ê; pêngava rizgarkirian Baxozê (2019), pêngava rizgarkirina Reqayê (2017), operasyonên mirovî û ewlehiyê yên li Kampa Holê (2021, 2022) de bi sedan jinên êzidî ji nava pençên çeteyaên DAIŞ`ê hatin xilaskirin. Lê belê hê jî gelek jinên êzidî li benda rizgarkirinê ne.

Sala 2017'an li bajarê Bîelefeld ê Almanyayê Konferansa li dijî qirkirina Şengalê û qirkirina jinan hat lidarxistin. Di konferansê de biryara têkoşîna hevpar hat dayîn. Heman salê li Amedê ji bo rizgarkirina jinên êzidî “Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Desteserkirin” hate avakirin.

RÊXISTINBÛNA JINÊN ÊZIDÎ YÊN ROJAVA

Jinên êzidî yên li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo ku fermana Şengalê dubare nebe, sala 2021`an dest bi rêxistinbûna xwe kir û Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava ava kir.

Kongreya damezrêner a Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava 29`ê Hezîrana 2021`an li herêma Şehbayê hat lidarxistin. Di kongreyê de 300 jinên êzidî yên ji herêmên Cizîr, Efrîn û Helebê amade bûn.

Yekîtiyê yekem navenda xwe 28`ê Sibata 2022`yan li Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn ê Şehbayê vekir.

Di 5`ê Adara 2022`yan de jî êdî rêxistinbûna xwe berfireh kir û navendeke xwe li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê jî vekir. Niha bi giştî 3 navendên sereke yên Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Şehba û Tirbespiyê hene.

Endama Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava (YJÊR) Filê Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Jinên êzidî her dem rastî fermanan hatine. Ji bo ku li hember sûcên dijî wan tên kirin bisekinin, birêxistinbûna xwe xurt dikin.”

(c)

ANHA