​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-8-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-8-2023
3 tebax, 2023   23:00

Daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Şêniyan got; “Em ê xwedî li doza Rêber Abdullah Ocalan derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.”(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Piştî fermana 2014`an a li dijî civaka êzidî û heta niha hezar û 203 jinên êzidî hatine rizgarkirin. Jinên êzidî yên Rojava jî dibêjin ew bi xurtkirina rêxistinbûna xwe bersiva fermanê didin. (Bİ WÊNE)

Ji şahidên Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê Berzan Silo bal kişand ser xwedîderketina gelê Rojava li xelkê Şengalê û anî ziman ku pêkhateyên Rojava bi hemû derfetên xwe seferber bûn û alîkarî da xelkê Şengalê kir. Silo got “Pêkhateyên Rojava îsbat kir ku civaka êzidî ne bi tenê ye.” (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Fermana 74’an a êzidiyan yek ji bûyerên herî bixwîn ên sedsala dawîn bû. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo tunekirinê êrişê vê civaka baweriyê kir, tu hêz li ber wan ranebûn. Cîhanê ji dûr ve li vê qirkirinê temaşe kir. (Bİ WÊNE)

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê di meha Tîrmehê de li Efrînê 35 welatî ku di nav de 4 jin jî hebûn, revandin û zêdetirî 2 hezar dar birîn. (Bİ WÊNE)

Niştecihên herêma Şehbayê hê jî ji ber dorpêça hikumeta Şamê di nava şert û mercên zehmet ên koçberiyê de têkoşîna jiyanê didin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Di demên dawîn de aloziya di navbera Rûsya û DYA'yê ya li Sûriyeyê zêdetir bûye. Her aliyek dixwaze zextê li aliyên din bike. (Bİ WÊNE)

Di vê dawiyê de tevgerên dîplomatîk û leşkerî li herêma Kendava Erebî zêde bûn. Ji hevrikiya rojavayî, Rûsya û Çînî ve heta bigihêje hewldanên dewletên kendavê ku vê dawiyê xeteke serbixwe ya tevgerên xwe xêz kirin. Li gel guhertina helwestan van dewletan, normalîzekirina Erebistana Siûdî û Îsraîlê de gelo bingeha van geşedanan çi ye? encamên wê çi ne? (Bİ WÊNE)

ANHA