Li Efrînê tenê di mehekê de ji wan 4 jin 35 welatî hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê di meha Tîrmehê de li Efrînê 35 welatî ku di nav de 4 jin jî hebûn, revandin û zêdetirî 2 hezar dar birîn.

Li Efrînê tenê di mehekê de ji wan 4 jin 35 welatî hatin revandin
4 tebax, 2023   03:17
ŞEHBA

Meha Tîrmehê jî ji binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şênî û xwezaya Efrînê bê par nema. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tîrmehê de 35 welatî di nav de 4 jin revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Bi wê yekê hejmara revandiyan ji destpêka îsal ve zêdetirî 143 welatiyan e, di nav de 20 jin hene.

Dewleta Tirk a dagirker di Tîrmehê de zêdetirî 2 hezar û 36 drên hawîrdor, zeytûn û henarê birîn û li navçeya Şêrawayê jî zêdetirî 250 darên zeytûnê şewitandin.

Hejmara darên ji destpêka îsal ve hatine birîn 15 hezar û 500 darên zeytûn, gûz, behîv, fêkî û hawirdorê ne, zêdetirî hezar darî hatin hilkirin û zêdetirî 70 hektarên zeviyên ceh û genim hatin şewitandin.

Girêdayî mijarê, dewleta Tirk a dagirker di avakirina avahiyên mêtingehiyê li Efrîna dagirkirî de dewam dike. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker bi rêya komeleyên îxwan di çarçoveya guhartina demografiya herêmê de 2 avahiyên mêtingehiyê yên din li navçeyên Şera û Cindirêsê ava kirin, her wiha ji bo qutkirina herêmên dagirkirî ji herêmên din ên Sûriyeyê û tev li xaka xwe bike dîwar li navçeya Şêrawayê lê kir.

Li gorî rêxistinê, rêxistina Qeterî avakirina avahiyeke mêtingehiyê li gundê Elkê yê navçeya Şera bi dawî kir. Ew avahî di destpêka 2020′an de hatibû destpêkirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên îxwanî yên filistînî avahiyeke mêtingehiyê ya nû li navenda navçeya Cindirêsê bi navê "Komeleya Hecer El Sedeqe" ya Tirkî ava dike, da ku bi sedan malbatên çeteyan lê bicih bike.

Li gorî çavkaniyên ji ajansa me re aşkera kiriye, dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê zêdetirî 2 hezar malbat di deriyê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re şand Efrînê û lê bi cih kir.

Tevliheviya ewlehî ya li Efrîna dagirkirî jî rojane zêde dibe; di navbera çeteyan de rojane şer li ser dabeşkirina tiştên li welatiyan ferz kirine, mal û milkên koçberan û serwerîkirina li rêyên qaçaqciyê, heye.

(fr)

ANHA