Pêkhateyên Rojava xelkê Şengalê bi tenê nehişt

Ji şahidên Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê Berzan Silo bal kişand ser xwedîderketina gelê Rojava li xelkê Şengalê û anî ziman ku pêkhateyên Rojava bi hemû derfetên xwe seferber bûn û alîkarî da xelkê Şengalê kir. Silo got “Pêkhateyên Rojava îsbat kir ku civaka êzidî ne bi tenê ye.”

Pêkhateyên Rojava xelkê Şengalê bi tenê nehişt
4 tebax, 2023   04:37
QAMIŞLO - EBAS XELEF

Di 3`yê Tebaxa 2014'an de bi destê çeteyên DAIŞ`ê fermaneke nû li dijî civaka êzidî ya Şengalê hat kirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi deh hezaran jin û zarok hatin revandin.

Pêşmergeyên PDK'ê di dema êrişê de reviyan û xelkê Şengalê di nava pençên çeteyên DAIŞ'ê de hişt.

Komeke gerîlayên HPG’ê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi hawara xelkê Şengalê ve çûn û ji bo xilaskirina wan ji qirkirinê korîdoreke ewlehiyê vekir. Korîdora ewlehiyê bi berdêlên giran hate hevkirin û bi hezaran şengalî tê re hatin rizgarkirin.

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SEFERBERÎ

Bi vekirina korîdora ewlehiyê re xelkê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe (Kurd, Ereb û Suryan) ji bo civaka êzidî ketin seferberiyê û ber bi çiyayên Şengalê yên ku ji xelkê Şengalê re bibû stargeh ve çûn.

Berzan Silo ku êzidiyek ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye, serpêhatiyên wan rojan bi me re parve kirin.

Berzan Silo diyar kir ku di roja yekemîn a fermanê de (3`yê Tebaxa 2014'an) nêzî 400 kes derbasî Rojava hatin kirin û got: “Ji ber meşa zêde lingên wan birîn bibûn û ji germa havînê tiliyên wan teqîbûn.”

Silo bal kişand ser xwedîderketina pêkhateyên Rojava ya li xelkê Şengalê jî û anî ziman ku pêkhateyên Rojava bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe bê ferq û cudahî alîkarî da xelkê Şengalê. Silo wiha pê de çû: “Pêkhayên Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariya xelkê Şengalê bikin seferber bûn. Pêkhateyan dema bihîst êriş li ser Şengalê têne kirin, tavilê ketin nava tevgerê û di saetên berbanga sibehê de berê xwe da Şengalê. Dema me xwe gihand koçberan, me dît çawa kalemêr, pîrejin û zarok pêxwas û bê av mabûn. Hinek ji wan nema dikarîbûn xwe li ser lingan bigirin. Yekser me yên nexweş rakirin nexweşxaneyên herî nêzîk û me yên mayî jî li gundê Til Xatûn ê Tirbespiyê bi cih kirin.”

Silo anî ziman ku alîkariyên pêkhateyên Rojava pêşkêşî koçberên Şengalê kirin, cihê rêzgirtinê ye û got: “Pêkhateyên Rojava bi derfetên xwe alîkarî da koçberên Şengalê. Hinek ji wan nema berhemên baxçeyên xwe firotin bazirganan, lê ji êzidiyan re bi rê dikirin. Hinekên din jî cil pêşkêş dikirin, hinek bi erebeyên xwe diçûn pêşiya koçberan. Bi taybetî li Tirbespiyê qebîleya Betûş a Ereb bi hemû derfetên di destê xwe de, şengalî digihandin cihên ewle.”

Berzan Silo destnîşan kir ku wan nêzî 700 şengalî li gundên Tirbespiyê bi cih kirin û li navçeya Dêrikê kampa Newroz ji wan re vekir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê Rojava îsbat kir ku civaka êzidî ne bi tenê ye, ev yek jî cihê rêzgirtinê ye.”

‘PDK`Ê JI BO BERJEWENDIYÊN XWE ŞENGAL RADESTÎ DAIŞ`Ê KIR'

Silo bal kişand ser xiyaneta mala Barzanî û got: "Li Urdinê di navbera çeteyên DAIŞ û PDK`ê de planeke qirêji li ser civaka êzidî pêk hat. Di 25'ê Hezîrana 2014`an de PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe Şengal radestî DAIŞ`ê kir.”

Berzan Silo bang li tevahî êzidiyên li Başûrê Kurdistanê kir ku li hember planên PDK`ê hişyar bin û wiha pê de çû: "Armanca mala Barzanî tunekirina civaka êzidî ye. Ji roja destpêkê ve heta niha mala Barzanî bi desteka çeteyên DAIŞ`ê dixwaze êzidiyan ji kokê biqedîne.”

Silo di nava axaftinên xwe de bal kişand ser berxwedana gerîlayan jî û got: "Ji çiyayên berxwedanê gerîlayên HPG'ê bi hawara êzidiyan ve çûn û bi dehan şehîd di oxira vekirina korîdoreke ewlehiyê de dan. Gerîlayan rê li ber qirkirina civaka êzidî girt û bi hezaran şengalî ji fermanê rizgar kirin.”

BERSIVA GELÊ ROJAVA YA JI PDK`Ê RE: ÇIYAYÊ ŞENGALÊ BI TENÊ NEHIŞT

Berzan Silo di dawiya axaftina xwe de spasiya pêkhateyên kir û anî ziman ku xwedîderketina pêkhateyên Rojava ya li civaka êzidî, bersiva herî xurt a ji mala Barzanî re bû.

ANHA