Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn

Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên komkujiya Şengalê bi bîr anîn.

Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn
Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn
Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn
Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn
Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn
Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn
Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn
3 tebax, 2023   18:12
HESEKÊ

Çalakî li Mala Êzidî ya li gundê Berzan ê Hesekê li dar ket. Beşdarên çalakiyê wêneyên komkujiyê, pankartên “Şengal kûrahiya dîrokî ya êzidiyan li cîhanê ye û rêveberiya wê ya xweser armanca herî bilind a me ye” hildan.

Di çalakiyê de, hevserokê Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Silêman Hemo axivî û got: “Em îro roja reş a bi serê pêkhateya êzidî de pêk hatî, bi êş û kedereke mezin bi bîr tînin.”

Hemo wiha domand: “Zêdetirî 12 hezar pêşmerge li Şengalê bûn. Lê li ber xwe nedan û Şengala neparastin. Şengal beşeke Kurdistanê nabînin.”

Di dawiyê de Hemo got: “YPJ û YPG`ê, HPG`ê Şengal ji terora DAIŞ`ê rizgar kir. Bi saya wan Şengal di nav ewlehiyê de ye. Em dê piştgiriya hêzên xwe û rêveberiya xwe ya xweser bin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa komkujiya li dijî civata êzidî ya li Şengalê, şermezar kir û got: “Gelek ferman li dijî ev pêkhateya aştiyane pêk hatin da ku wî ji nasname û ola wî dûr bixin.”

Rîma behsa xiyaneta malbata Barzanî ya bi serê pêkhateya êzidî, kiriye kir û got: “Heke hûn nikarin parastina Şengalê bikin, hûn li ser axa wê çêdikin?”

(şx)

ANHA