DAIŞ`ê kuştina Ebû El Huseyn El Qureşî ragihand

DAIŞ`ê kuştina serçeteyê bi navê Ebû El Huseyn El Qureşî ragihand.

DAIŞ`ê kuştina Ebû El Huseyn El Qureşî ragihand
3 tebax, 2023   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di qedeyeke deng de ku dîroka wê ne diyar e û berdevkê çeteyên DAIŞ`ê Ebû Huzeyfe El Ensarî li ser hesabê çeteyan a Telegramê belav kiriye got: “El Qureşî di şerên li gundewarê Idlibê de hatiye kuştin û Ebû Hefis El Haşimî şûna wî girtiye.”

Her wiha eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker berdevkê DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Omer El Muhacir tevî komeke DAIŞ`ê girtiye.

DAIŞ`ê 30`yê Mijdara 2022`yan ragihandibû ku serçeteyê berê Ebû Hesen El Haşimî El Qureşî hatiye kuştin û li şûna wî Ebî El Hisên El Qureşî bû serçeteyê DAIŞ`ê.

(şx)