Şêniyên Reqayê cenazeyê Şehîd Samir El Merûf oxir kir

Şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê Lîwa El Şemal a Demokratîk Samir Selîm El Merûf ê ji Humsê ye, li goristana şehîdan a gundê Hikumiye oxir kir.

Şêniyên Reqayê cenazeyê Şehîd Samir El Merûf oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê Şehîd Samir El Merûf oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê Şehîd Samir El Merûf oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê Şehîd Samir El Merûf oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê Şehîd Samir El Merûf oxir kir
3 tebax, 2023   17:39
REQA

Şêniyên Reqayê, fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Lîwa El Şemal a Demokratîk, rûspiyên herêmê, partî, Kombûna Jinan a Zenbûya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD`ê Mehmûd Hebîb axivî û got: “Em îro kurê Humsê oxir dikin ku tev li QSD`ê bû da ku rûmeta welatê xwe biparêze. Em soz didin şehîd Samir û tevahî şehîdan ku rêya wan berdewam bikin.”

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xidir Remadan axivî û got: “Şehîdên me yên QSD`ê keleha berxwedanê ne. Jêdera rûmet û serfiraziyê ne. Ji bo nifşên bê qendîlên ronahiyê ne.”

Dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemûd wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de, girseyê cenazeyê şehîd li goristanê veşart.

(şx)

ANHA