Dewleta Tirk nuqteyek hêzên Şamê bombe kir: leşkerek birîndar bû

Droneke dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê bombe kir. Di êrişê leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû. Dewleta dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa jî topbaran kir.

Dewleta Tirk nuqteyek hêzên Şamê bombe kir: leşkerek birîndar bû
3 tebax, 2023   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker bi dronekê nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Kefer Entûn a li navçeya Şera ya Efrînê du cara bombe kiriye. Di êrişê de leşkerekî Şamê birîndar bû.

Li aliyekî din, dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Bênê yê girêdyî navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran kir.

Li herêmê tevgera balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker heye.

(c)

ANHA