Di topbarana dagirkeran de 5 welatî birîndar bûn

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Ebûş ê bakurê navçeya Til Temirê de 5 welatî birîndar bûn.

Di topbarana dagirkeran de 5 welatî birîndar bûn
3 tebax, 2023   11:41
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji navçeyê dane, di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li dijî gundê Ebûş 5 welatî birîndar bûne. Birîndar rakirine Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeyê.

Navên birîndaran wiha ne: Hisên Elî Hemîre, Ebdulbaqî Seyd Elî, Mahir Hisên Hemîre, Besam Hemîd Egele, Ebdulkerîm Deham.

(c)

ANHA