Li Girê Spî xwepêşandana li dijî dagirkeriyê

Bi sedan niştecihên kantona Girê Spî ya dagirkirî li hember sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên derketin xwepêşandanê.

Li Girê Spî xwepêşandana li dijî dagirkeriyê
3 tebax, 2023   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku îro bi sedan şêniyên kantonê li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran banga betalkirina "Meclisa Xwecih" û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê kir.

Duh jî ji ber heman sedeman li kantonê û bajarokê Silokê greva giştî hebû û dikanên bazirganiyê hatibûn girtin.

Roja duşemê jî şêniyên bajarokê Silokê xwepêşandan li dar xistibû.

Di 14 û 17′ê Tîrmehê de jî xwepêşandan hatibûn lidarxistin. Xwepêşandêran banga betalkirina "Meclisa Xwecih" û bidawîkirina dagirkeriyê kiribû.

(fr/c)

ANHA