Şehîd Yusra, Leyman û Firat di çilrojiya şehadeta xwe de hat bibîranîn

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo şehîd Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Danyal di 40 rojiya şehadeta wan de bi bîr anîn. Beşdarên merasîma bîranîn teqezî bi berdewamkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan da.

29 tîrmeh, 2023   18:44
 QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, endamên saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên ŞEhîdan, Kongra Star a Amûdê ya kantona Qamişlo, bi merasîmekê hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Danyal di çilrojiya şehadeta wan de bi bîr anîn.

Merasîma bîranîna şehîd Leyman û Yusra li goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê li dar ket. Di merasîmê de, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Başo axivî û fedekariyên şehîdan û rola wan a pêşeng silav kir.

Evîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina pêşengên şoreşê armanc dike ku vîna jina azad bişikîne ku di şoreşê de roleke dîrokî lîst mîna şehîd Hevîn Xelef, Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş û gelek pêşengên din.

Evîn wiha domand: “Dixwazin projeya neteweya demokratîk a ku Rêveberiya Xweser li ser erdê pêk aniye û jinan roleke çalak tê de lîstiye, têk bibin û zihniyeta baviksalarî ya desthildatdar vejînin.”

Evîn di dawiya axaftina xwe de soz da şehîdên şoreşa azadiyê ku li ser şopa wan bin û têkoşîna wan berdewam bikin ta ku armancên wan pêk werin.

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker 20`ê Hezîranê erebeyeke Meclisa Kantona Qamişlo kir hedef. Di encamê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Danyal şehîd bûn û hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Gabî Şamûn birîndar bû.

Di heman çarçoveyê de, pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û suryan li goristana Şehîdên Suryan a li taxa Siyahî ya Qamişlo kom bûn û şehîd Firat Danyal di çilrojiya şehadeta wî de bi bîr anî.

Di merasîma bîranînê de, malbata şehîd, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Partiya Yekitiya Suryan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kanan Berakat axivî û her sê şehîd bi bîr anîn û got: “Her sê heval, di êrişeke hovane de ya ji aliyê dewleta Tirk ve şehîd bûn. Ev êrişên ku li dijî gelên me û gelê Suryan pêk tîne armanc wê ya sereke, hedefgirtina neteweya demokratîk, biratiya gelan e. Em soz didin ku dê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û ji bo pêkanîna Sûriyeya demokratîk a nenavendî ku mafên tevahî gelan misoger de, dê tê bikoşin.”

Di dawiya merasîmê de beşdaran gul danîn ser gorê şehîd Firat Danyal.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w1U3TDATS4E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>