Piştî şerên xwîndar gelek çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî hatin girtin

Çeteyên polîsa leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker 5 çeteyên ku tev li şerê duh ê li ber deriyê sînor ê Girê Spî bûne, girtin.

Piştî şerên xwîndar gelek çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî hatin girtin
29 tîrmeh, 2023   16:16
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên polîsa leşkerî yta dewleta Tirk a dagirker bi ser navendeke çeteyên Cebhe El Şemiye de girtin û 5 ji wan girtin.

Li gorî heman çavkanî, duh li ber deriyê sînor ê di bin destê Cebhe El Şemiyê de, şer di navbera çeteyên navborî û Feyleq El Salis û Feyleq El Mecid de çêbû. Armanc jî kontrolkirina deriyê sînor e ku ji ber baçên li ser kelûpelên derbasî kantonê dibin û jê derdikevin, dahatên wê pir zêde ne.

Di encamê de gelek çeteyên Cebhe El Şemiye birîndar bûn û hatin kuştin.

(şx)