Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo Rêber Abdullah Ocalan bang kir

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Kînana El Ebdo anî ziman ku ew ê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û ji bo mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî çalakiyan zêde bikin.

Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo Rêber Abdullah Ocalan bang kir
29 tîrmeh, 2023   23:15
REQA-ENES MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û ev zêdetirî 29 mehan nahêle parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Herî dawî nameyên gefxwarinê jî dane wî. Li hemberî van kirinan bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Kurdistanê zêde dibin.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Kînana El Ebdo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Kînana têkildarî nameyên gefxwarinê yên dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê dane Rêber Abdullah Ocalan got, ev gefxwarin lawazbûn û tirsa dewleta Tirk a dagirker li hember Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide.

Kînana El Ebdo bal kişand ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî siyasetên dewleta Tirk û wiha domand: "Em dizanin Rêber Abdullah Ocalan guh nade van siyasetan, ji ber ku xwedî nêrîneke berfireh e. Ev name bandorê lê nakin.”

Girêdayî çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbya yên li dijî tecrîdê, Kînana destnîşan kir ku ew ê bi rê û rêbazên cuda asta têkoşînê xurt bikin û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî li dar bixin, daxuyaniyan bidin û bi rêya civînên çapemeniyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Kînana got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, em ê dengê xwe li hemberî dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya girîgeha Îmraliyê bilind bikin."

Kînana bang li tevahî jinan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk dakevin qadan, têkoşînê xurt bikin, zextê li dewleta Tirk bikin heta ku tecrîdê bi dawî bike û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.

(bb)

ANHA