4 bazirganên hişbirê li Minbicê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê 4 kesên hişbirê difiroşin girtin.

4 bazirganên hişbirê li Minbicê hatin girtin
28 tîrmeh, 2023   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 kesên bazirganiya hişbirê li gundewarên Minbicê dikin, girtine.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hate gotin:

"Hêzên me yên têkoşîna li dijî hişbirê duh (27′ê Tîrmehê) li gundê Qera Mezin ê Minbicê 4 kesên hişbirê difiroşin, girtin.

Di çarçoveya operasyonên têkoşîna li dijî hişbirê de da ku belavbûna wê were sînordarkirin, endamên têkoşînê 4 kesên hişbirê dibin û difiroşin, girtin. Her wiha hêzên me piştî çavdêriyeke baldar û şopandina tevger û komkirina belgeyan, bi ser cihê wan bazirganên hişbirê de li gundê Qera Mezin de girtin û ew girtin. Li gel wan jî hişbir, çek û cebilxane derketin: 17 gram crystal meth, 1 gram hevîra çawîrê (heşîş), 2 debançeyên 7 mm, 5 tifingên nêçîrê, dûrbînek, alaveke ji bo dagirtina fîşekên tifingan û 2 kêr.

Em bang li welatiyan dikin ku her gumaneke li ser kesên hişbirê bi kar tînin û difiroşin agahiyê bidin hêzên me, da ku em civakê jê biparêzin."

(fr)