​​​​​​​Li Biradostê mayinek bi şivanekî ve teqiya

Li herêma Biradostê mayinek bi şivanekî ve teqiya. Di encama teqînê de şivan ji dest û lingên xwe birîndar bû.

​​​​​​​Li Biradostê mayinek bi şivanekî ve teqiya
28 tîrmeh, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, îro danê sibehê li zozanên Sinîn ên li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê mayinek bi şivanekê ve teqiyaye.

Di encama teqînê de şivan ji dest û lingên xwe birîndar bû. Hat ezanîn şivan birine Nexweşxaneya Lezgîn a Soranê.

Li herêma bûyer lê qewimiye, leşkerên rejîma Baasê gelek mayin lê çandibûn. Her wiha gelek bûyerên bi heman şêweyî li wir rû dane û bi dehan kes bûne qurbanî.