YPG: Hevalê me Ciwan Şoreş şehîd bû

YPG'ê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Ehmed Xalid (Ciwan Şoreş) di 22’ê Hezîranê de dema li ser erka xwe bû di encama qezayekê de şehîd bû.

YPG: Hevalê me Ciwan Şoreş şehîd bû
28 tîrmeh, 2023   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser şehadeta şervanê xwe Ehmed Xalid (Ciwan Şoreş) daxuyanî da. YPG'ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: " Em soz didin ku em ê Şoreşa Rojava ya ku şoreşa gelan e, bi serketineke bi heybet, bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe, li ser bingeha mîrateya têkoşîna şehîdên me ji bo hêviya rizgariya hemû gelên cîhanê tacîdar bikin.''

Daxuyanî wiha ye:

''Şoreşa Rojava ya ku di pêşengiya Kurdan de destpê kir, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi bandor a li dijî dagirkeran, bû çavkaniya hêvî û rizgariya gelê Ereb ku yek ji gelên herêma me ya esasî ye. Ciwan û jinên ji gelek bajaran, bi taybetî ji Reqa û ji cihên ku gelê Ereb lê zêde ne, ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine çewisandin, cihê xwe di nava refên şoreşê de girtin. Parastina nirxên ku şoreşê afirandiye bi van tevlîbûnan ​​bûye sedem ku li her beşê civaka me belav bibe.

Rêhevalê me Ciwan Şoreş yek ji wan ciwanan e ku di dema zarokatiya xwe de bû şahidiya hovîtîya DAIŞ’ê ya li ser gelê me. Ji bo pêçandina birîna gel  û li dijî zihniyeta tarî ya DAIŞ’ê, bi helwest û sekna xwe cihê xwe di nava refên şoreşê de girt. Tevî temenê xwe yê biçûk jî, bi meraq û eleqeya xwe ya ji bo adaptekirina jiyaneke nû hewl da ku bi ser bikeve. Ji bo ku potansiyela xwe derxîne holê, bi perwerdehiya bîrdozî û leşkerî tevlî nava hêzên me bû, ked û hewldaneke mezin da raber kirin.

Rêhevalê me Ciwan ê li Şedadê erk û peywira xwe pêk dianî, di 22’ê Puşperê de dema li ser erka xwe bû di encama qezayekê de şehîd bû. Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re di serî de ji malbata hêja ya rêhevalê xwe Ciwan re dixwazin. Em soz didin ku em ê Şoreşa Rojava ya ku şoreşa gelan e, bi serketineke bi heybet, bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe, li ser bingeha mîrateya têkoşîna şehîdên me ji bo hêviya rizgariya hemû gelên cîhanê tacîdar bikin.

Nasnameya pakrewanê me wiha ye:

Nasnav: Ciwan Şoreş

Nav û Paşnav: Ehmed Xalid

Navê Dayik: Sehir

Navê Bav: Xalid

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 22’ê Puşpera 2023."

(bb)