Ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdan hate kirin

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan, girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, malbatan careke din serî li rayedaran dan.

Ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdan hate kirin
28 tîrmeh, 2023   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.